• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka û Îsraîl li ser hevkariyên serbazî li hev kirin

Gulan Media September 14, 2016 Nûçe
Amerîka û Îsraîl li ser hevkariyên serbazî li hev kirin
Amerîka û Îsraîl, piştî salek hevdîtin û gotûbêj, di warê hevkariyên serbazî de li hev kirin.

Ajansa Reutersê ragihand, rayedarên amerîkî û îsraîlî li ser hevkariyên serbazî di navbera Til Avîv û Waşingtonê de gihîştinê rêkeftinê.

Li gorî Reutersê, rêkeftina han dê 10 salan bidome û hecma wê jî 38 milyar dolar e.

Tê pêşbînîkirin beriya ku serokatiya Obama xilas bibe, rêkeftin ji aliyê serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu û serokê Amerîka Barack Obama ve were îmzekirin.

Serokatiya Barack Obama îsal xilas dibe.

Basnews
Top