• Monday, 23 February 2026
logo

Erebistana Siûdî: Îranê plan kiribû hecê têkbide

Gulan Media September 13, 2016 Nûçe
Erebistana Siûdî: Îranê plan kiribû hecê têkbide
Wezîrê rewşenbîrî û ragehandina Erebistana Siûdî ragehand, hêzên asayîşa welatê wan, planekî Îranê têkbirine, ku xwestine werza îsal a hecê têkbibin.

Wezîrê rewşenbîrî û ragehandina Erebistana Siûdî Adil Tirêfî ragehand: ‘’Rejîma Îranê xwest navûbanga îslamê û hecê ya li Erebistan Siûdî têkbide, lê spas ji xwedê re ku hêzên ewlekariyê karîn piroseya wan têkbibin.’’

Adil Tirêfî ji Skynewsê re ragehand: ‘’Rejîma Îranê û bi taybetî sipaha pasdaran û milîsên Hizbullah û bi milîsên din ve ku li Iraqê û li Yemenê ne, dixwaze bi her awayekî be wêneyê îslamê xirab bikin.’’

Herwaha got, rejîma Îranê li pişt rêxistinên terorîst ên wek DAIŞê û El Qaîdê ye û got: ‘’Civaka Îranê cudaye li rejîma Îranê, civaka Îranê xelkekî baş pêkhatiye û xwedî şahristaniyê ye.’’

Îranê werza îsal rê neda hemwelatiyên wê bi armanca hecê biçin Erebistan Siûdî, piştre jî nêzîk yek milyon kesan ji Îranê serdana Kerbelayê kir.

Basnews
Top