Wezîrê Tirk: Kurdî zimanê me ye!
Duh yekşemî 11ê Îlonê, Hikûmeta Tirkiyê ji bo 28 şaredariyên bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê biryara qeyûmê derxist û ji şaredariyan wan deveran re serpireşt diyar kir.
Her di wê çarçoveyê de, ji bo şaredariya navçeya Giyadîn a parêzgeha Agiriyê jî qeyîm hat diyarkirin û bi biryara hikûmetê, Qayimeqamê Giyadînê Mekan Çeviren weke qeyûmê şaredariyê hat destnîşankirin.
Pişît cîbicîkirina biryara qeyûmê, hikûmetê dest bi ser şaredariyê de girt û di yekemîn kar de, nivîsa bi zimanê Kurdî ya Şaredariya Giyadînê ji ser tabloya ber avahiyê hat reşkirin.
Reşkirina nivîsa bi zimanê Kurdî li ser tabloya Şaredariya Giyadînê di nav civakê de dengvedaneke mezin çê kir û li Bakurê Kurdistanê rastî nerazîbûneke mezin hat.
Têkildarî vê mijarê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî bertek nîşan da.
Suleyman Soylu li ser hesaba xwe ya di tora civakiya Twitterê de ragihand, ku biryara anîne xwarê ya tabloya Kurdî ya Şaredariya Giyadînê şaş bû.
Soylu got: “Her weke Tirkî, Kurdî jî zimanê me ye.”
Soylu da xuyakirin: “Mesele teror e, Kurdî zimanê me ye. Tabloya Şaredariya Giyadînê dê demildest were bilindkirin.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê destnîşan kir: “Min a niha ferman da, ku vê tabloyê li cihê wê bilind bikin. Ez dibêjim, ew yek (rakirina tabloya Kurdî) karekî nerast bû. Berî niha jî hevalên me derbarê mijarê de tiştên pêwîst gotin. Ez guman dikim ku di vê pêvajoya de şaşiyek çêbûye. Niha dê were sererastkirin.”
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê, Ferhat Encu pêştir li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de mijara rakirina tabloya Kurdî ya ber derê avahiya Şaredariya Giyadînê aşkera kiribû.
Ferhat Encu gotibû, kivş bû ku mesle ne dest avêtina ser şaredariyan e, belku mesele ev e ku hebûna Kurdan nayê tehemûlkirin.
Rudaw
