• Monday, 23 February 2026
logo

‘Sûriyê diyar kir 2 balefirên Îsraîlê xistiye’

Gulan Media September 13, 2016 Nûçe
‘Sûriyê diyar kir 2 balefirên Îsraîlê xistiye’
Çapemeniya Sûriyê ragehand, artêşa Sûriyê dû balefiren Îsraîlê xistiye xwar, lê Îsraîl wê angaştê red dike.

Çapemeniya fermî ya rejîma Beşar Esad ragehand, îro 13.09.2016ê artêşa Sûriyê kariye balefirekî şer û balefirekî bê balefirvan a Îsraîlê piştî êrîşa wan a li ser welatê wan bixin xarê.

Lê Tel-Avîv wê nûçeyê red dike û ragehand tu balefirekî wan nehatiye xistin.

Ji aliyê din de Rewangeha Sûriyê ya mafê mirov diyar kir, agirbesta di navbera aliyên ku şer dikin ji ber cejnê heta naha bi serkeftî bûye û dû rojên dawiyê bi aramî derbasbûye.

Rewangeha Sûriyê aşkera kir, di wan dû rojên dawiyê de tu kuştinek nehatiye tomar kirin.

Basnews
Top