Şandekî Pêşmerge serdana Fînlanda kir
Li gor zanyariyên ku bi dest BasNewsê ketine, şandeyekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi armanca gehandina peyam û daxwazên Pêşmerge serdana Fînlandayê li Ewropayê kir.
Herwaha li gor heman zanyariyên BasNewsê şand ji wezîrê Pêşmerge yê bi vekalet Kerîm Şingalî, Mihemed Hacî Mehmûd, Cefer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan û Emîd Rûkin Hejar pêkhatiye.
Fînlanda yek ji welatên endamê hevpeymana navnetewî ya li dijî DAIŞê ye, 02.03.2016ê di daxuyaniyekî ji balyozxaneya Amerîkayê a Iraqê ve hatibû dayîn û wêneyekî ji BasNewsê re hatibû rêkirin de diyar kiribûn, şewirmendên leşkerî yên 7 welatan (Almanya, Brîtanya, Fînlanda, Hollanda, Îtalya, Hingarya û Norwêç) li Hewlêrê perwerde û rahênan bi Pêşmergeyê Kurdistanê dikin.
Basnews
