• Sunday, 22 February 2026
logo

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Hevpeymaniyeke nû

Gulan Media September 12, 2016 Nûçe
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ – Hevpeymaniyeke nû
Nûnerê Rojavayê Kurdistanê û Serokê Tevgera Xed a Dijbereya Sûriyê li Qahîreyê hevpeymaniyeke nû derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de îmze kirin.

Şanda Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ya di bin serokatiya Aldar Xelîl de, roja 11ê Îlonê, li paytexta Misirê Qahireyê, ligel Serokê Tevgera Xed a Dijbereya Sûriyê Ehmed Cebra, derbarê rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên Sûriyê, rêkeftinek bi 8 xalî, îmze kir.

Li gorî rêkeftinê dê komîsyoneke hevbeş bê avakirin û ev komîsyon derbarê sîstema herî cuncaw bo paşeroja Sûriyê lêkolînan bike. Herdu alî tekezî li ser yekparçeyiya axa Sûriyê, azadiya jinan û naskirina hev didin.

Xalên rêkeftinê ev in:

1 - Ji bo lêkolîna li ser sîstema paşeroja Sûriyê komîsyonek bê avakirin.

2 - Pêwîste yekîtiya axa Sûriyê bê parastin.

3 - Azadî û tekoşînan jinan, bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk û azad e.

4 - Serkeftinên ku Rêveberiya Xweser bidest xistine, divê bibe mînaka hemû hêzên Sûriyê û qadên bêne rizgarkirin jî vê mînakê ji xwe re bigrin.

5- Kantonên Rêveberiya Xweser bên naskirin û yasayên wî bêne pêkanîn.

6 - Tevgera Xed li hemû herêmên Rêveberiya Xweser nivîsîngehên xwe veke û ala û sembolên xwe hilde.

7 -Di navbera herdu aliyan de Komîteya Bilind a Hevkariyê bê avakirin û di çarçoveya rêkeftinê cîbicîkirinan bişopîne.

8 - Herdu alî bi hevkariya hev li dijî DAIŞê şer bikin.

Rudaw
Top