• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Zanîngeha Ezher serdana pêşmerge

Gulan Media September 12, 2016 Nûçe
Ji Zanîngeha Ezher serdana pêşmerge
Nûnerê Zanîngeha Ezher ligel komek mamostayên olî û Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê serdana eniyên şer kirin û ligel pêşmergeyan cejn pîroz kirin.

Di yekemîn roja Cejna Qurbanê de (12-9-2016) li rojavayê Kerkûkê Nûnerê Zanîngeha Ezher ligel komek mamostayên olî û Wezîrê Perwerde ya Herêma Kurdistanê serdana bereyên şer kirin.

Mêhvanan li vir nimêja cejnê kirin û cejna pêşmergeyan pîroz kirin.

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî bi rêya Rûdawê daxwaza yekrêziyê ji partiyên Kurdistanê kir û got, “Gelê me yekrêz û yekhelwest e. Hêvîdar im partî jî pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji bo referandûm û xwerxwebûnê kar bikin.”

Rudaw
Top