Birayê Ocalan naveroka hevdîtina xwe û Ocalan eşkere kir
Mihemed Ocalan piştî duh li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî îro li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyanî da.
Mehmet Ocalan diyar kir ku ev 2 sal in qedexeya hevdîtinê li ser birayê wî heye û got, lê tenduristiyê wî baş e.
Birayê Abdullah Ocalan da zanîn ku birayê wî gotiye, pêvajoya çareseriyê ji aliyê wan ve (PKK) ve nehatiye xirakirin û li ser zarê Ocalan wiha axivî:
“Heger dewlet di çareseriyê de dilsoz û samîmî be dê du kesan bişîne û emê pilanên xwe yên çareseriyê rabigihînin. Emê di heyama 6 mehan de pirsê çareser bikin.”
Mehmet Ocalan dest nîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye, çareserî bi yekalî nabe û aliyê herî mezin jî dewlet e.
Basnews
