YPGê helwêsta xwe ji agirbesta li Sûriyê ragehand
Îro 12 Eylûlê, YPGê bi daxuyaniyekê helwêsta xwe derbarê agibesta li Sûriyê ragehand û pêşwazî li cîbicîkirina agirbestê kir, herwiha pêbendûna xwe jî bi agirbestê û ragirtina şer ragehand.
Fermandeya Giştî ya YPGê hêvî kir ku, ew agirbest bibe sedema ku hemû alî ber xwe bidin şerê lidijî DAIŞê û xweşkirina rê jibo veguheztina siyasî li Sûriyê.”
Di daxuyaniya YPGê de hatiye jî ku, divê qonaxa veguheztina siyasî hemû aliyan li xwe bigre bitaybet Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kurdistana Rojava û di heman demê de jî hêvî kirk u ev agirbest berdewam bike.
Yek ji mercên rêkeftinê ew e ku, hêzên hemû aliyan li cihên xwe bimînin û pêşveneçin, bi mebesta ku rê jibo derbasbûna alîkariyên mirovî jibo deverên dorpêçkirî bitaybet bajarê Helebê.
Rêkeftina agirbestê li Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de, bordûmana li ser baregehên rêkxistinên terrorist wek DAIŞ û Berya Fetha Şamê (Berî niha navê wê Bereya Elnusra bû û ser bi rêkxistina Elqaîda vebû.” Li xwe nagre.
Şerê Sûriyê di meha Adara 2011 de di navbera çekdarên opozisyon û rêjîma wî welatî destpêkir û heta niha bûye sedema kuştina derdûra 400 hezr kes jibilî bi milyonana penaber û Koçber li Sûriyê.
Basnews
