• Monday, 23 February 2026
logo

Fransa daxwazê ji Pêşmerge dike çend navçeyan azadbike

Gulan Media September 12, 2016 Nûçe
Fransa daxwazê ji Pêşmerge dike çend navçeyan azadbike
Endamekê Komîteya Asayiş û Navxwe di parlemena Iraqê de Şaxewan Ebdullah behsa kontirolkirina bajarê Mûsilê kir û ragehand ku, Pêşmerge naçin nav bajarê Mûsilê.

Şaxewan Ebdullah ji BasNews re ragehand: “Pêşmerge naçin nav bajarê Mûsilê, lêbelê wê ji bêhtirên bereyên şer êrîş bikin bitaybet li gund, bajarok û qezayan.” Herwiha got: “Hinddek navçeyên Kurdên Şebek û Kakeyî mane, em wan wek sînorê xwe dizanin, em dê wan azad bikin û pêşve jî biçin.”

Navborî got jî: “Hindek navçeyên ku Kild û Asûrî lêne, li ser daxwaza welatên zilhêz bitaybet Fransa wê ji aliyê Pêşmerge ve werin azadkirin.”

Rudaw
Top