Li Erebistana Siûdî tenê rê ji ala Kurdistanê re hatiye dayîn
Serpereştyare tîma ragehandin û peyvendiyên heciyên herêma Kurdistanê Merîwan Neqişbendî li Erebistana Siûdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh 11.09.2016ê heciyên Herêma Kurdistanê bê pirsgirêk erkê xwe yê hecê pêkanîn, îro jî roja westandina wan a dawiyê ye û 72 saetên pêş me de wê erkên wan ê hecê temam bibe.’’
Neqişbendî got: ‘’Di nav 26 hezar heciyên Iraqê de tenê rê ji rakirina ala Kurdistanê re hatiye dayîn û hikûmeta Erebistana Siûdî rê ji rakirina ala Iraqê re nedaye.’’
Basnews
