PARÊZGARÊ KERKÛKÊ: Petrol ji bo kuştina xelkê Kurdistanê bikar anine
Di hevpeyvînekî ligel Dengê Amerîkayê de Necmedîn Kerîm eşkere kir ku li Kerkûkê zêdetirî 8 hezar karmend, pêşmergeyên dêrîn û malbatên şehîdan meaşên xwe ji hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigrin û got:
“Ev hemû bareke pir giran e li ser Herêma Kurdistanê. Ji sedî 20ê meaşên Kerkûkê ji Bexdayê tê. Ew ên dibêjin Herêma Kurdistanê ji bo Kerkûkê ti tiştek nekiriye, neheqiyê dikin û ne rast diaxivin.”
Bexda petrolê ji bo guvaşê bikartîne
Kerîm derbarê pereyê Petro-Dolarê jî ragihand, “Beriya niha Iraqê petrol derdixist. Lê ti biryara Kerkûkê liser petrola xwe nebûn. Heta niha jî karmendên petrolê ji aliyê Bexdayê ve tên destnîşnakirin. Ji sedî 40 ê petrola Kerkûkê di destê Şîrketa Petrola Bakûr de ye û ji sedî 60 jî destê Herêma Kurdistanê de ye. Di vê heyamê de Herêma Kurdistanê ji para xwe ya petrola Kerkûkê, her meh mafê Kerkûkê yê Petro-Dolarê daye. Lê Bexda ewa di destê xwe de ji bo zextê bikar tîne.”
Parêzgarê Kerkûkê bi gotinên tund bersiv da wan gotegotên ku dibêjin “Herêma Kurdistanê petrola Kerkûkê didize” û wiha axivî:
“Bi ya wan Herêma Kurdistanê bi hinardekirina petrola Kerkûkê, diziyê dike. Ev yek ne rast e. Bexdayê para xwe ya ji petrola Kerkûkê biriye û ev petol ji bo armancên xwe, ji bo kuştina xelkê Kerkûkê û Kurdistanê biara aniye.”
Divê xelkê Kerkûkê biryarê bide
Necmedîn Kerîm di berdewama axafina xwe de wiha got:
“Me ti xêr ji Bexdayê nedîtiye. Ew zêdetir giringî didin neteweyekî. Neteweya kurd û tirkmen bê beş in ji alîkariyan. Di salên 2014 û 2015ê de hikûmeta Iraqê dînarek jî ji mafê Kerkûkê yê Petro-Dolarê nedaye. Ji ber vê yekê jî, ma çi sedemek heye em ligel Bexdayê bimînin? Divê xelkê Kerkûkê di referandûmê de bixwe biryarê bide ka dê bibe herêmeke serbixwe yan bê ser Herêma Kurdistanê.”
Rudaw
