• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî spasiya berxwedana Gelê Kurdistanê kir

Gulan Media September 12, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî spasiya berxwedana Gelê Kurdistanê kir
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek bi boneya Cejna Qurbanê belavkiriye û têde hêvîkiriye ku hemû xelkê Kurdistanê pêkve bighên armancên rewa yên gelê Kurdistanê.

Kopiyek ji peyama Mesrûr Barzanî ku, îro 11 Eylûlê hatiye belavkirin gihşte BasNews û têde hatiye: “Hêviyê ji Xweda yê mezin dikim ku Pêşmergeyên qehreman biparêze û di kar û erkê xwe de serbikevin, herwiha spas jibo xelkê Kurdistanê li ser xweragiriya wan di rewşa xirab û nexweş de, bi hêvîme ku em hemû pêkve bighên armancên serekî yên gelê me.“

Deqê peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Cejna Qurbanê li cenabê Serok Barzanî, malbatên serbilind ên şehîdên Kurdistanê, hemû Pêşmergeyên qehreman, karmendên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, dezgehên asayiş, polîs û hemû xelkê Kurdistanê pîrozdikim.

Hêviyê ji Xweda yê mezin dikim ku Pêşmergeyên qehreman biparêze û di kar û erkê xwe de serbikevin, herwiha spas jibo xelkê Kurdistanê li ser xweragiriya wan di rewşa xirab û nexweş de, bi hêvîme ku em hemû pêkve bighên armancên serekî yên gelê me.

Carek din Cejna Qurbanê li hemû aliyekî pîroz dikim û sere xwe bi rêz jibo şehîdê parastina Kurdistanê dimiçînim û hêvîdarin birîndar jî di zûtirîn dem de çak bibin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11.09.2016

Basnews
Top