Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona Cejna Qurbanê
Ev cejne di demekê daye ku Herêma Kurdistanê tevî yek ji dijwartirîn dujmnên azadiyê di şerekê dijwar daye û pêşmergehên egîdên Kurdistanê rojane bi can û xwîna xwe berevaniyê ji Kurdistanê dikin. Her wiha ji ber ceng û hin sedemên din, rewşeka dijwara darayî hembêza hikûmet û karmendên wê girtiye, ku tîgihiştin û xwe ragirtina wan di vê rewşa nexwastî de, cihê rêz û spasê ye.
Ji ber vê bîranînê, em hemûyan piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku mezintirîn xema wê jiyan û bijîvê welatiyan e, bi tevahî ji vê rewşê tê digihe û berdewam hewlan dide û hemû rê û kanalan bi kar tine ji bo bi lez çareser krina vê rewşa nexwastî.
Em hêvîdar in cejna pêşerojê li Kurdistaneka azad û dûr ji şer û pirsgirêk û qeyranan be û aramî û xweşî ji bo hemûyan bihê dabîn kirin û penaber û koçberêm destê terorê bi serbilindî ji bo ser mal û halên xwe vegerin.
Dubare Cejna Qurbanê ji hemû aliyekê pîroz be, bi hêviya cejn û bêhinvedaneka aram
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
2016-09-11
