Birînên êrîşa bixwîn bi projeyek mezin dipêçin
Li dewsa her du avahiyên cêwî yên New Yorkê niha 10 avahiyên bilind tên avakirin. Herwiha di nava projeyê de monomentek jî ji bo bîranîna qurbaniyên êrîşa 11ê Îlonê tê sazkirin. Monoment ji du çalên mezin pêk tê ku ji dîwarên wan av dirije û di nîva hawuzê de diçe xwarê. Navê 2 hezar û 606 qurbaniyan li ser dîwaran hatine nivîsandin.
Geştyar Enek Burîts dibêje, “Dîmenê rijyana avê wisa dike ku ez hest bikim ka roja 11ê Îlonê çi çêbûye.”
Armancê avakirina vê monomentê jî ew e ku kesên dibînin hest bi wê rojê bikin.
Geştyareka din a bi navê Leyena Porvîner dibêje, “Li vir wisa hest pê dikî ku dengê qurbaniyan tê guhê te. Di mûzexaneyan de kelûpelên qurbaniyan hebûn. Li vir hest û hizreka mezin ligel me peyda bû.”
Li derodra cihê monomentê dengê ji nûve avakirina avahiyan tê. 15 sal li ser êrîşê re derbas bûn lê hê jî projeya ji nûve avakirina van avahiyan berdewam dike.
Endazyarê avakirina Navenda Bazariganiya Cîhanê Danyal Lîbsikend ji Rûdawê re got:
“Em dixwazin di navbera monomentê û kolanên New Yorkê de balansekî ava bikin. Me karî em di navbera bîranîna trajediyê û hêviyên paşerojê de balansekî çêbikin.
Danyal Lîbsikend ne endazyarekî ji rêzê ye. Ew serpereştiya avakirina 10 avahiyên bilind dike. Ev 12 sal in li ser vê projeyê kar dikin û heta niha 14 milyar dolar xerc kirine, lê hê jî karê wan xilas nebûye.
Danyal Lîbsikend derbarê projeyên xwe de jî ev agahî dan:
“Monoment û 2 çalên wê, hizra min bûn. Herwiha li vir mûzexaneyek jî hatiye avakirin û emê navendekî hunerî jî çêbikin. Proje bi tevahî li ser erdekî 10 milyon metre çargoşe hatiye damezrandin. Herwiha di navbera Wall Street û Navenda Bazirganî ya Cîhanî de xala hatin û çûna binerd jî di nav projeyê de ye.
Piraniya avahiyên vê projeyê ji aliyê Danyal ve hatine çêkirin. Avahiya herî diyar a 104 qatî ye ku weke “Avahiya Azadiyê” tê naskirin. Bilindahiya vê avahiyê 1776 gav in ku ev jimare dîroka serxwebûna Amerîkayê nîşan dide.
Di nava projeyê de avakirina navendeke hûnerî jî heye. Seroka Navenda Perlman Magî Byopil jî got, “Weke ku Yûnanî jî digot, dema tu bajarekî ava dikî, divê navendeke hunerî jî ava bikî da ku morale xelkê bilind bibe. Giring e mirov ji bo demeke kurt jî be ji qerebalixa jiyana rojane rizgar bibe.”
Endazyarê navenda hunerî Josua Prens Ramos jî dibêje, “Me navenda hunerî wisa ava kiriye ku dema hunermend bêne jor ve, baweriya wan a li hemberî xwe zêde bibe. Dema xelk jî hate vir hest bi cudaî û serbilindiyê bikin.”
Piraniya bûdceya vê projeyê ji aliyê hikûmeta federal a Amerîkayê û dewlemendên New Yorkê ve hatiye dabînkirin.
Rudaw
