Ji bo 28 şaredariyan qeyûm!
Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê li şûna serokên 28 şaredarên ku bi hinceta ku piştgiriya “PKK-KCKê û FETO”yê kiriye 28 kesên din peywirdar kirin.
Van kesan îro serê sibê ji saet 09.00ê pê va dest bi kar kirin.
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê biryara Ragihandina Rewşa Awarte hatibû standin.
Di vê çarçoveyê de Biryarnameya di Hikmê Yaseyê ya hejmar 674 ji hêla Desteya Wezîran a Tirkiyê derxistibû.
Li gorî vê yaseyê Wezareta Karê Hundir û parêzgarî bi hinceta ku alîkariya ‘bûyerên terorê' û ‘bûyerên tundûtujiyê dikin' dest deynin ser milk û malên şaredariyan. Herwiha dikarin qayûman tayin bikin.
ji bo 2 şaredariyên parêzgarî, 24 navçe û 2 bajorêkan bi hinceta ku alîkariya ‘bûyerên terorê' û ‘bûyerên tundûtujiyê dikin' biyara qeyûmê hat derxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de wiha hat gotin: "Heke şaredarî rayên welatiyên me, bacên ku dane û rewşa demokrasiyê îstîsmar bikin, bikevin li bin tesîra rêxistinên terorê yên ku qesta yekîtiya welatê me dikin û îradeya neteweyî gasp dikin, wê çaxê dewlet jî mecbur e ku tevdîran bibîne."
Bajarên ku qeyûm lê hatin tayîn kirin Colemêrg û Êlih e. Navçeyên ku qeyûm lê hatin tayîn kirin jî navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê, navçeya Diyadînê ya Agirî, navçeyên Qelqelî, Rêya Armûşê, Erdiş û Artemêtanê yên Wanê, navçeyên Cizîr û Sliopiyê yên Şirnexê û navçeyên Kerboran, Dêrik, Çiyayê Mazî û Nisêbîn ên Mêrdînê ne.
Rudaw
