Parlamenterek: Serokê hikûmetê bi aşkerayî ji Ebadî re got emê referandomê bikin
Parlamenterê PDKê li encûmena nûnerên Iraqê Îslam Husên îro 11.09.2016ê ji BasNewsê re ragehand; Herêma Kurdistanê rêz li xwestek û îradeya pêkhateyên xelkê deşta Nînowa digre, ew çi biryarekî bidin wê herêma Kurdistanê piştevaniya wan bike, bi taybetî herêm kirina navçeyên wan, ji ber kurd wek pêkhateyek li Mûsilê rastî gelek karesatan hatiye û bi taybet jî di êrîşa ser Şingalê de.
Îslam Husên diyar kir, em nizanin piştî DAIŞê wê kî Mûsil birêve bibe, gelek pêkhate hene, divê rêz li wan pêkhateyane bê girtin û berî naha jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got (eger ew daxwaza bi herêm kirina navçeya xwe bikin emê piştevaniyê lê bikin.) Herwaha got: ‘’Amerîka li gor berjewendiya xwe siyaset dike, lê berjewendiyên hevbeş jî hene, berjewendiyên me yên hevbeş hene. Em dixwazin xaka xwe azad bikin û sînorê xwe bihêz bikin, ku DAIŞ neyê. Amerîka jî danûstandinê li gel waqiî dike û li gor min eger em yekbigrin û piştgirî li herêma deşta Nînowa bikin Amerîka jî wê bike.’’
Îslam Husên amaje bi serdana dawiyê ya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û diyar kir: ‘’Serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî bi aşkerayî ji Ebadî re got emê referandomê bikin.’’
Basnews
