• Sunday, 22 February 2026
logo

Yuksekdag: Tirkiye bo şerekî herêmî tê kaşkirin

Gulan Media September 11, 2016 Nûçe
Yuksekdag: Tirkiye bo şerekî herêmî tê kaşkirin
Li Sûriyê operasyona "Mertala Firatê" ya ku bi pêşengiya Hêzên Opozisyonê tê birêvebirin berdewam dike û di siyaseta Tirkiyê de jî hêj giringiya xwe diparêze.

Serokomarê Tirkiyê Recap tayîp Erdogan piştî vegera xwe ya lûtkeya G20an ya Çînê de da xuyakirin ku Serokê Amerîka Obama daxwaz kiriye ku, digel Tirkiyê jı bo Reqayê operasyonekê bide destpêkirin. Ev daxuyaniya Serokamar ket rojeva siyasetê.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag got; ew operasyonên ku li Sûriyê ne li dijî DAIŞê ne; ne jî ji dil tên kirin. Yuksekdag xwast ku bila Tirkiye di nava sînorên xwe de li dijî DAIŞê operasyonan pêk bîne û rast nabîne ku, Tirkiye beşdarî operasyona Reqayê bibe.

Yuksekdag got jî: "Îro şûn de armanckirina Reqayê tê wateya derbaskirina sînorê herî bi talûk e. Tê wateya kaşkirina Tirkiyê ya di nava şerekî herêmî. Divê di zûtirîn katê de dest ji ev helwesta ku di nava Sûriyê de jî şerekî herêmî dide destpêkirin bê berdan."

AKP jî, di wê baweriyê de ye ku beşdarbûna Tirkiyê ya ji bo operasyonên di nava Sûriyê de hem ji bo ewlehiya wan hem jî ya welatên herêmê dê feydeyek mezin bide.

Parlementerê berê yê AKPê Mazhar Bagli got ku, piştî hewla darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê Tirkiye neçar bû ku hem di nava xwe de hem jî li derveyî Tirkiyê operasyonan bike li dijî wan kesên ku zirarê dide Tirkiyê.

Herwiha Bagli got: "DAIŞ zirarek pir mezin dide Tirkiyê, yanî hem dide civatênTirkiyê, hem dide siyaseta Tirkiyê hem jî zirarek mezin dide parastina Tirkiyê. Ji ber vê yekê Tirkiye diçe wê derê operasyonekî çê dike û dixwaze di sînorê xwe de di nava ciranên xwe de ew kesên ku sînorên wê tehdît dike ji xwe dûr bixe."

Partiyên opozisyonê CHP û MHPê jî derbarê vê mijarê de daxuyanî dan û rave kirin ku Tirkiye di ware têkoşîna li dijî DAIŞê direng maye û amaje kirin ku, dive hikûmet hem di nava Tirkiyê de hem jî derveyî Tirkiyê di demek nêz de wan gef û guran zirarê didin Tirkiyê bêbandor bike.

K24
Top