• Sunday, 22 February 2026
logo

Dêrik…Asayişa PYDê girtin ser gundê Bana Şikeftê, birîndar hene

Gulan Media September 11, 2016 Nûçe
Dêrik…Asayişa PYDê girtin ser gundê Bana Şikeftê, birîndar hene
Hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtine ser gundekî ser bi bajarê Dêrêkê ve, hejmarek mezin ji welatiyên gund girtine, hejmarek welatî jî birîndarbûne.

Hêzên Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtine ser gundekî ser bi bajarê Dêrêkê ve, hejmarek mezin ji welatiyên gund girtine, hejmarek welatî jî birîndarbûne.

Çalkvanên gundewarê Dêrikê ji BasNews re ragehandin: “Hejmarek mezin ji hêzê Asayişa PYDê girtine ser gundê Bana Şikeftê ku nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê ye, hejmarek mezin ji welatiyên wî gundî girtin bitaybet xort, bi hinceta leşkeriya neçar.”

Li gorî heman çavkaniyan: “Xelkê gund bi destên vala berevanî kirin, di encamp de şer derket, hejmarek welatî birîndarbûn, gundiyan nexwestine xortên xwe radestî hêzên asayişa PYDê bikin, lêbelê bi zora çekan hejmarek welatî û xortên gund girtin.”

Wan çalakvanan gotin: “Niha gundê Bana Şikeftê dorpêçkirye û destgîrkirina xelkê jî berdewame û rewşa gund jî xirabe.”

Li gorî zaniyariyan xelkê gundê navborî ne alîgirên PYDê ne û hejmarek mezin ji xortên wan jî di nav refên Pêşmergeyên Rojava de ne û ew li Herêma Kurdistanê şerê çekdarên DAIŞê dikin.

Basnews
Top