Yekîtî û Goran hevpeymaniyek li Bexda pêkanîn
Di prês konferansekê da Ala Talebanî seroka frakisyona Yekîtîyê got: li gorî rêkkevtina pêşwexte ya Yekîtî û Goran, îro herdu alî li ser pêkînana hevpeymanîyekê li civata nûneran rêkkevtin û li gorî rêkkevtinê jî, serokê hevpeymanîyê dê bo Yekîtîyê be û cîgir jî bo Goran, ji berku Yekîtîyê bêtir kursî li civata nûneran hene.
Got jî: destnîşan kirina kesan bo postên serok û cîgirîya hevpeymanîyê, dê di proseyeka demokrasîyê da bi dengdanê bêne Yekalîkirin.
War.tv
