ENKS amadekariyên kongreyê dike
Li gorî nûçeya K24’ê kongreya çaremîn dê li ser gelek xalan bê rawestindin ku yek ji wan ew e ku êdî nabe du partî di nav ENKS’ê de bi heman navî bimînin.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) weke hevgiritneke siyasî ye li Rojavayê Kurdistanê. ENKS’ê Kongreya yekem 26 Cotmeha 2011’an li Qamişlo lidar xist û nêzî 12 partiyan (ji bilî TEV-DEMê), kesên serbixwe û Yekîtiya Jinan beşdarî wê bû û Ebdilhekîm Beşar wek serokê wê hat hilbijartin.
Ismaîl Hemê, 30 Gulana 2012’an wek Serokê ENKS’ê hat bijartin. 10/11 Cotmeha 2012’an kongreya ENKS’ê ya duyem Ii Qamişloyê destpê kir û Fêsel Yûsif wek serok hat hilbijartin. Piştre Tahir Sifûk di 13 Gulana 2013’an bû Serokê ENKS’ê. Kongreya sêyem jî 16 Hezîrana 2015’an Ii Qamişloyê bi rê ve çû û Ibrahîm Biro bû Serokê ENKS, piştî wê kongreyê bi 6 mehan careke din hat hilbijartin. ENKS, ji destpêka damezrandina xwe ve, xwe beşek ji opozisyonê Sûriyê dibîne, herwiha hêza wê ya leşkerî jî Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ne.
Basnews
