Piştî ragehandina agirbestê li Sûriyê herî kêm 90 kes hatin kuştin
Piştî li hevkirin û rêkeftina Amerîka û Rûsyayê ya li Sûriyê agirbest pêkanînê çend saetan, li Heleb û Îdlibê di encama bombebarana artêşa Sûriyê û Rûsyayê de hat zanîn herî kêm 90 kesên sivîl hatine kuştin.
Biryare piroseya agirbestê îro destpê bike, lê Amerîka dibêje eger ev agirbest yek heftiyê berdewam bike, wê demê Washington dikare li gel Moskowê ji bo têkbirinê El Qaîdê û DAIŞê bike armanca êrîşan.
Li gor raporta çavdêriya mafê mirov li Sûriyê, ev êrîşa herî bi xwîn a esmanî bûye li bajarê Îdlibê pêkhatiye û di wê êrîşê de 85 kesên sivîl jiyana xwe ji dest daye û ji wan 13 kes zarok bûne.
Basnews
