• Sunday, 22 February 2026
logo

MÛSIL/REQA – YPG hebe Tirkiye nîne!

Gulan Media September 10, 2016 Nûçe
MÛSIL/REQA – YPG hebe Tirkiye nîne!
Amadehiyên ji bo wergirtina Reqa û Mûsilê bi pêşengtiya Amerîkayê berdewam in û Tirkiye jî dixwaze bêyî hebûna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di vê operasyonê de ciyê xwe werbigire.

Rayedarên Tirkiyê û Amerîkayê jî derbarê rolên YPG û Artêşa Tirk de hevdîtinan dikin. Lê heta niha ti lihevkirin çênebûne.

Pispor dibêjin eger ku Tirkiye di van operasyonan de cî bigire DAIŞ him li derve him jî di nav Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de êrîşan pêk bîne.

Fermandarê Malnişîn Abdullah Agar ji Rûdawê re got wiha got: “Helwesta Amerîka û welatên rojavayê dê rewşa Tirkiyê ya di vî warî de diyar bike. Gelo dê ew bi rêxistineke ku li gorî Tirkiyê terorîst e re berdewam bikin yan jî bi Tirkiyê re? Tirkiye hebûna YPGê qebûl nake. Lê eger ku YPG tune be dê Tirkiye di vê operasyonê de cî bigire.

Pispor dibêjin DAIŞê li Cerablûsê li hember Tirkiyeê şer nekiriye. Lê eger ku Tirkiye beşdarî operasyonên Mûsil û Reqayê bibe Tirkiye dê bi rîskên ewlehiyê re rûbirû were.

Serokê Navenda Lekolînên Sîyasî û Civakî (SESA) Bîlal Sambur jî wiha axivî:

“Eger Tirkiye li Reqayê bide, DAIŞ jî dê li Tirkiye bide. Him di nava Tirkiyê de çalakiyên terorîstî pêk bîne. Him jî di wir de êrîşan dê li ser Tirkiye bike. Hûn zanin do êriş li ser leşkerên Tirkiyê kir. Tanqeke Tirkiyê têkbirin û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da.”

Tê payîn ku operasyonên Reqa û Mûsilê di meha Cotmehê de ango di meha pêş me de pêk were.

Rudaw
Top