• Sunday, 22 February 2026
logo

PDK bersiva Nûrî Malikî dide: Gotinên vala û pûç dike!

Gulan Media September 10, 2016 Nûçe
PDK bersiva Nûrî Malikî dide: Gotinên vala û pûç dike!
Serokê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê li dijî buxtanên serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî li dijî Pêşmerge got, gotinên Malikî pûç û bê bin in.

Xesro Goran, ji BasNewsê re behsa wê yekê kir ku serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê partiya Deiwe ya Iraqê, Nûrî Malikî çûye ba amerîkiyan û nîgeraniya xwe li hember pêşveçûnên Pêşmerge li hember DAIŞê aniye ziman.

Goran her wiha got, Pêşmerge hêşta negihîştiye wan cihên ku beriya hatina DAIŞê lê bicîh bibû. Ji ber wê jî gotinên Malikî bê bin in çimkî Pêşmerge ti pêşveçûneke nû nekiriye. Amerîkî beriya Malikî jî dizanin ku Pêşmerge û artêşa Iraqê li ku bûne.

Wî rayedarê kurd anî ziman ku Pêşmerge cihê ti kesî negirtiye û xaka ti kesî jî dagîr nekiriye. Lê ev demek e rayedarên partiya Deiwe li dijî Pêşmerge xebat dikin û îdia dikin ku divê pêşiya Pêşmerge were girtin çimkî ew “demografiya deverê diguherînin!” Kurd ti carî demografiya ti gelekî neguheriye û naguhere jî. Berovajî, demografiya kurdan hatiye guhertin, kurd tenê dixwaze xaka xwe rizgar bike. Vêca paşê ew azad in xwe bidin kîjan alî.

Serokê firaksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê, li ser îdiayên Malikî yên “parçebûna Mûsilê” jî got, li Mûsilê 3 milyon kes dijîn ji ber wê jî pir normal li gorî berjewendiyên etnîkî û ayînî yên wir, nexşeya parêzgehê were guhertin.

Basnews
Top