Ji Clintonê soza hevkariya ligel kurdan
Clintonê li New Yorkê piştî civîna pisporên ewlekarî yên Partiya Komarger, rexne li hevrikê xwe Donald Trump girt û diyar kir ku Trump kampanya hilbijartinê bi awayek cidî birêve nabe.
Hillary Clinton got ku eger Trump bibe serok dê baweriya li hember Amerîkayê jî kêm bibe.
Namzeta demokratan herwiha daxuyand ku ew bi biryare li hember Koreya Bakûr û DAIŞê tekoşînê serbixe.
Clinton got ku eger ew bibe serokê Amerîkayê dê karê yekem ê ewlekariya neteweyî girtina Ebûbekir Bexdadî be, herwiha ji bo tekoşîna li dijî DAIŞê hevkariyê ligel ereb û kuradan bike, êrîşên hewayî zêdetir bike.
16 pisporên ewlekariyê ku di nava wan de wezîrê berê yê ewlekariya navxweyî Michael Chertoff, serokê berê yê CIAyê General David Petraeus û Cigirê CIAyê Michael Morell jî hebûn, beşdarî civîna Clintonê bûn.
Rudaw
