Deriyê Îmraliyê vedibe - Malbata Ocalan dê cejna Qurbanê serdana wî bikin
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, ku ajansa fermî ya wî welatî ye, ragihandiye, rê hatiye dayîn ku birayê Ocalan, Mihemed Ocalan bi helkefta cejna Qurbanê serdana Îmraliyê bike û Ocalan bibîne.
Ajansê her wiha daye zanîn ku roj û saeta hevdîtinê jî nehatiye eşkerekirin.
Tê gotin ku herî dawî Lêjneya Nehîştina Îşkencê ya Ewropayê (CPT) meha Nîsana îsal serdana Ocalan kiriye.
Rojnameya Akşam jî, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye, ragihandibû, dewleta Tirkiyê dibêje heta PKK dest ji çekan bernede ti hevdîtinek bi Ocalan re pêk nayê.
Basnews
