Berpirsekî YNKê: Ne Îran û ne Goran!
Cemîl Hawramî diyar kir ku ne Îran û ne jî Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa nikarin pirsgirêka navxweyî ya partiya wî çareser bikin û got: “Em êşa ezmûna Newşîrwan Mistefa dîsa ezmûn nakin.”
Hawramî anî ziman pirsa vê cara ya YNKê cidî ye lê partî perçe nabe.
Endamê Rêveberiya YNKê Cemîl Hawramî ku di nav baskê Navenda Biryardana YNKê de ye pirsên Rûdawê yên derbarê krîza navxweyî ya partiya xwe de bersivandin.
Pirsgirêka di nav partiya we de vê cara çawa derket?
Me weke 17 keseyatên endamên rêvebirî û politburoyê beriya 2 salan derbarê reformên rêvebirî û politburoyê de projeya xwe peşkeş kiribû û ji bo wê yekê me komîsyonek damezrandibû. Komîsyonan xwest ku polîtburo kom bibe û vê yekê bipejirînin lê baskê din kom nebû. Digel vê yekê pirsgirêk zêde bûn. Baskê navborî biryarên yekalî dida. Gellek caran bêyî navenda partiyê li gotî kesekê/î biyar dihahatin diyarkirin.
Çend berpirsên we dibêjin biryar ji aliyê kesekê/î ve tê dayîn. Çima hûn bi eşkerê navê wî/wê nabêjin?
Ji wan hevalan yek Hêro xan e.
Bi wan danezana we bi gellekî tund bû. Çima wiha difikirin?
Ji ber ku me cih da hemû pirsgirêkên YNKê. Me beriya niha daxwaza reforman dikir lê medyayê gellek bi girîngî nedida. Vê carê medyayê jî girîng bi pê da. Me pirsgirêk dan ber civakê û kadroyên YNKê. Ji ber vê yekê dilgiran bûn.
Tê gotin di nav we de kesên ku “bazîrganî” û “gendeliyan” dikin hene. We çima tenê behsa baskê din kir?
Me ne gotiye em bêpirsgirêkên û me tenê aliyê beramber tawanbar nekiriye. Em xwe weke melekan nahesibînin. Me di danezaniya xwe de diyar kiriye ku herkes ji xwe berpirs e.
Heta astekî baweriya gel a ji bo xwestina baweriyê û reforman ji Kosret Resûl û Berhem Salih qels bûye. Jiber ku tê gotin beriya niha jî heman kar kirine û paşî poşman bûne. Yanî xelk dibêje bila ew jî weke Newşîrwan Mistefa biryarê bidin û bi yekcarî cuda bibin.
Di nav YNKê de ezmûna me heye û Newşîrwan Mistefa karekî baş nekir. Ezmûnek xirab bû çimkî YNK biçûk kir û PDK bihêz kir. Hevsengî têk da û bi xwe jî tiştek nekir. Ji ber vê yekê em wê ezmûna xirab dubare nakin.
Cudabûn xizmeta YNK û Kurdan nake. Duyemîn jî YNK ya me hemûyan e û ti kes dest ji ked û têkoşîna xwe bernade. Em di nav YNKê de hewl didin bi rêya diyalogan pirsgirêkên xwe çareser bikin û ji ber vê yekê jî cudabûn rûnade.
Beriya niha jî behsa çareseriyê hat kirin lê bêencam ma. Vê carê hêviyên we hene?
Di nav me de beriya niha behsa pêkanîna reforman dihat kirin. Yanî behsa ka xelk çi dixwazin ne dihat kirin. Lê vê carê hêviya çareseriyê heye.
Heger ji hewldanên we encam dernekve rewş dê ber bi ku derê ve here?
Ji niha ve pêşbînîkirin zehmet e, lê em dê pêdagariya wan xalan bikin.
Ji bo çareseriyê bi Newşîrwan Mistefa re hevdîtinên we çêbûn. Hêza wî ya çareserkirinê heye?
Heger Newşîrwan Mistefa bikariya pirsgirêkê çareser bike dê ewil pirsên xwe çareser bikiriya û dernediket ji derve. Rast e ew dost û hevrêyê me bû. Em jî dixwazin di çend bûyerên girîng de rola rêberiyê bistîne, lê heta ku îrade me bi xwe nebe, 10 kesên weke Newşîrwan Mistefa bêne jî nikarin pirsê çareser bikin. Ez bawer nakim bi vî awayî pirsên YNKê werin çarserkirin. YNK bi ew qasî perçe bûye ku di dema kesekî were serdana wê, divê bi herî kêm bi 4-5 kesên cuda re hevdîtinê bike heta ku helwesta partiyê bizanibe ka çi ye. Piştre jî dest vale vedigere.
Di nav YNKê de behsa avakirina konseya serokatiyê tê kirin. Ev dê bibe çareserî?
Niha di rojevê de tiştek wiha nîne. Lê heta kongreya YNKê komîsyonek rêveberiyê partiye bike baştir e.
Tê gotin Hêro Îbrahîm Ehmed neyekser weke sekretera giştî tevdigere…
Ne bi wî awayî ye, lê biryarên şexsî dide. Hêza madî û derfet di bin kontrola wê de ne. Bi vî awayî hizbayetiyê dike.
Bi kurtasî hêz û pere li cem Hêro xanê ne?
Erê.
Rêveberiya partiyê dê kengî kom bibe?
Niha civîn nayê lidarxistin, heta ku herdu alî projeyên xwe ji bo pêşkêşkirina rêveberiyê amade neke.
PDKê ji bo çareseriyê hewl da?
Di daxuyaniyên xwe de dilgiraniya xwe anîn ziman lê heta niha şandek yan jî projeyek peşkeş nekirine.
Ji Îranê şandekê serdana Silêmaniyê kir. Çi ji we re gotin?
Belê ew şand hat û 2yê Îlonê li mala Kosret Resûl bi şanda me re civiyan. Gotin em dost û hemsinor in û dixwazin me lihev bêne. Lê ez dîsa dixwazim bibêjim çareserkirina pirsgrêkan ne li Îranê ye, li vir e.
Rudaw
