• Sunday, 22 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya li 55 saliya bîranîna şoreşa Eylûlê

Gulan Media September 10, 2016 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ya li 55 saliya bîranîna şoreşa Eylûlê
Îro 55 (Pêncih û pênc) sal li ser hilpêkirina şoreşa Eylûl, mezintirîn şoreşa gelê Kurdistanê ya li dijî zulm û asîmîlasyonê de derbas dibe. Şoreşa Eylûl şoreşekî seranseriya gelê Kurdistanê bû û ew bawerî bi xwebûnê li kûrahiya dilê hemû take kesekî Kurdistanî de dirust kir ku divê li beranber dagîrkerî û neheqiyê da bê rawestandin. Yekemîn car li dîroka tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li vê şoreşê da bû ku hemû çîn û tuwêjên civakê beşdarî xebata netewayetî û demokrasîxwaziya xwe gelê xwe bûn û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê jî mil bi milê Kurd li jêr serkirdayetiyekî hevbeş li dijî sîtem û dagîrkeriyê xebatê kirin. Şoreşa Eylûl li navçeyekî diyarkirî da nema û bingehên şoreş û edalet û Kurdayetiyê gihand hemû cîhên Kurdistanê. Her wiha rola Partiya Şu'î(komunist)a Iraqî û hêz û kesayetiyên demokratxwazên Iraqê li vê şoreşê da ber bi çav bû.

Di demek da ku bi bîranîna vê şoreşa mezin dikîn bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û bi cangoriya Pêşmergeyên me yên qehreman hengavên gelek mezin hatine avêtin û li ser asta cîhanê da doza rewaya gelê Kurdistanê dost û palpiştê mezin heye. Gelê Kurdistanê wê yekê bi cîhanê selimand ku parêzerê bihaya aştî û pêkvejiyan û azadiye. Ew biha cihê şanaziya hemû take keseke xelkê Kurdistanê ne. Ew destkeft jî ji wan bingeh û biha û xebatê çavkaniya xwe digrê ku şoreşa mezina Eylûl li ser hatibû avakirin.

Li vê bîranîna mezin da silav ji bo giyanê pakê şehîdên şerê dijî terorîstan û hemû şehîdên rêya azadiya gelê me re dişînîn. Pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşeran heye ku li şoreşa Eylûlê de beşdarbûn û dîrokê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Destxweşiyê li Pêşmergeyên me yên qehreman dikim ku şanaziya gelê me û hemû cîhanê ne.

Mesûd Barzanî
10.09.2016
Top