• Sunday, 22 February 2026
logo

Rojhilat…Teqînekî bihêz li parêzgeha Îlamê pêkhat

Gulan Media September 10, 2016 Nûçe
Rojhilat…Teqînekî bihêz li parêzgeha Îlamê pêkhat
Çavkanî û malperên herêmî yên parêzgeha Îlamê li ser zimanê qaymeqamê bajarê Abdananê belav kirin ku şeva borî, teqînek bihêz bajarê Abdananê hejand.

Malpera İSNA, li ser zimanê qaymeqamê Abdananê Mecîd Eskerî belav kiriye, teqîn şeva borî saet 23:00 li navçeya Serabê ya nêzîk bajarê Abdananê ku başûrê rojhilatê Îlamê ye pêkhatiye.

Herçend berpirsên fermî dibêjin heta naha sedemê teqînê ronî nebûye û lêkolîn berdewamin, herwaha tê gotin ziyanekî giyanî pêknehatiye jî, lê bi gotina şahidên bûyerê teqîn bi madeyên teqemeniyê yên TNTê pêkhatiye.

Bajarê Abdananê 170 kîlometre li başûrê parêzgeha Îlamê ye û bajarekî Kurdistanê ye û bi zimanê kelhorî diaxivin û wek bajarekî dîrokî tê nasînê.

Basnews
Top