• Sunday, 22 February 2026
logo

Bexda: Ligel Hewlêrê rêkeftineke nû nîne

Gulan Media September 10, 2016 Nûçe
Bexda: Ligel Hewlêrê rêkeftineke nû nîne
Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku li ser mijara petrolê ti rêkeftinek nû ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze nekirine û heta niha jî li ser hîmê rêkeftina berê kar dikin ku bûdceya sala 2017ê li ser hatiye destnîşankirin.

Derbarê hinardekirina petrola Kerkûkê jî Wezareta Petrolê ya Iraqê dibêje, sekinandina hinardekirinê ji ber têkçûna boriya Kerkûk û Ceyhanê bûye.

Niha bi rêya xeta Kerkûk û Ceyhanê re rojane 150 hezar bermîl petrol, ji kêlgehên şîrteka Petrola Bakûr ve tê hinardekirin. Ji sedî 50yê vê petrolê, wate 75 hezar bermîl ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, nîvê din jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê firotin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar dike ku ew dixwazin hemû bîrên petrolê yên Kerkûkê kontro bikin ku beriya hatina DAIŞê ji aliyê şîrketên petrolê ve dihatin birêvebirin.

Rudaw
Top