Serok Barzanî: Hollande ji me xwest dema serxwbûnê diyar bikin
Hevdîtina her du pêşengan ji çapemeniyê re nevekirî bû. Lê piştî hevdîtinê Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî di daxuyaniyekî de bo dezgehên çapemenî behsa detayên hevdîtinê kir.
Serok Barzanî di bernamê de destnîşan kir ku Fransa piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike û Hollande xwestiye ku êdî Kurd dema serxwebûna Kurdistanê diyar bikin.
Serok Barzanî pirsa di derbarê dewletên li dijî serxwebûna Kurdistanê de jî wiha axivî: “Heta niha ti dewlet li dijî serxwebûna Kurdistanê helwesteke menfî nîşan nedane. Di derbarê dema êlankirina serxwebûnê de dibe ku ramanên cuda hebin lê ne rast e ku hinek dewlet li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.”
Serokê Kurdistanê di derbarê referanduma serxwebûnê de jî got: “Heke baweriya min bi serkeftina serxwebûnê tinebaya min xwe nedida ber wê xeterê.”
Derbarê prosesa aştî ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî Serok Barzanî got: Me gelek hewl da daku ew proseya ku beriya çend salan destpê kiribû bigehêje encam lêbelê proseya han hate têkbirin û niha jî zehmete ku di demeke nêz de proseya han dubare destpê bike jiber ku rewşa navxwe ya Tirkiyeyê jê re ne amadeye lewre dem pêwîste.
Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku lazime aliyên siyasî bi danûstandin û diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin û yekdeng û yek helwest bin û wegerin ser peymanên ku li Hewlêr û Dihukê hatine îmzekirin.
