DYA: Em ê piştgiriyê bidin Kurdan
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê (DYA) Mark Toner anî ziman ku, Amerîka li Sûriyeyê di çarçoveya operasyon a Mertalê Firadê de li pişt her gavavêtina Tirkiyeyê ye û got Washington piştgiriyê dide hêzên Kurd ên ku bi DIŞIê re şer dikin û ev rewş ji aliyê Enqereyê ve jî tê zanîn.
Toner derbarê mijarê de got ku "em ê piştgirîdayîna xwe ya ji bo wan dewam bikin û em vê mijarê bi awayekî rêkûpêk bi Tirkiyeyê re jî diaxivin."
