• Sunday, 22 February 2026
logo

Îran: Desthilatdarên Erebistana Siûdî neviyên Ebu Cehîl û Ebu Sufyanin

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Îran: Desthilatdarên Erebistana Siûdî neviyên Ebu Cehîl û Ebu Sufyanin
Serokê encûmena pêdaçûna destûra Îranê Ehmed Cennetî di gotarekî nimêja înê de, li mizgevta Tehranê diyar kir, desthilatdarên Erebistana Siûdî neviyên Ebu Cehîl û Ebu Sufyanin.

Yekem care bi vî awayî tund berpirsên payebilind ên Îranê êrîş bikin ser Erebistan Siûdî. Bi taybet piştî hikûmeta Siûdî îsal rê neda hemwelatiyên Îranê biçin bo hecê û serdana Mekke û Medînê bikin, rayedarên Îranê bertekekî tund nîşandan.

Cennetî di gotara xwe de got: ‘’Berpirsên Erebistana Siûdî dil req û tewanbarin, dûrin li xwedê û kesên bê vicdan û bê ol in. Berpirsên Siûdî piştevaniya grubên tund dikin.

Cennetî got, Berpirsên Erebistan Siûdî wekî Ebu Cehîl û Ebu Sufyan astengiyê ji bo hec a mislimanan çêdikin.

Basnews
Top