Sûriye bi YPGê re dest bi muzakereyê kir!
Li gorî agahiyan, berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hikûmeta Sûriyê roja înê 9ê Îlonê bo gotûbêjkirin derbarê nakokiyên xwe û çareserkirina wan nakokiyan de li Firokexaneya Navdewletiya Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê civiyan.
Çavkaniyekê agahdar ji civînê ji Rûdawê re aşkere kir, ku civîna vê carê ya navbera YPGê û Sûriyê bêyî navebynkariya Rûsya bûye.
Çavkaniyê naborî ji Rûdawê re ragihand, ji her du aliyan, kesên beşdar di civînê de xwediyê biryara rasterast in û dikarin rasterast bêyî veger bo berpirsên xwe lihevkirinê bikin.
Li gorî agahiyan, ji Hikûmeta Sûriyê Parêzgarê Hesekê Mihemed Elî Zeal û ji YPGê jî fermandeyek bi navê Sîpan Hemo beşdar bûne.
Civîn îro saet 10:30 sibehî li salona Şerefiye ya Firokexaneya Qamişlo hat sazkirin û her du aliyan li ser mijarên leşkerî, xizmetguzarî û mirovî gotûbêj kirin.
Li gorî agahiyan Rûdawê, civîna YPGê û Hikûmeta Sûriyê derdora 3 saetan dom kir.
Hat zanîn, ku Fermandeyê YPGê, Sîpan Hemo û Parêzgarê Hesekê, Mihemed Elî Zeal li hev kirin, ku berdewamî bi danûstandinan bidin û di nava 3 rojan de hemû pirsan çareser bikin.
Herwiha her da aliyan li hev kirin, ku cardin jî bi hev re bicivin.
Derbarê vê civîna navbera YPGê û Hikûmeta Sûriyê de, Mamostayê Zanîngehê û şirovekarê siyasî Dr. Ferîd Seidûn ji nav bajarê Qamişlo ji Rûdawê re ragihand: Dê piştî cejnê li ser pirsên leşkerî civîn di navbera her du aliyan de birêve biçe.
Piştî şerê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, piraniya sazî û dezgehên hikûmetê û herwiha Zanîngeha Bajêr kete destê YPGê.
Hikûmeta Sûriyê jî piştî vê şerî, derman û pêwîstiyên pizîşkî û herwiha hin kelûpelên din li ser Rojavayê Kurdistanê qut kiriye û gefa wê yekê dike, ku eger hikûmet Zanîngeha Hesekê birêve nebe, dê hikûmet zanîngehê bo Şamê veguhêzîne.
Rudaw
