• Sunday, 22 February 2026
logo

Mamostayên Kurd dest bi çalakiyan dikin

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Mamostayên Kurd dest bi çalakiyan dikin
Hikûmeta AK Partiyê 11 hezar û 500 mamosteyên kurd ji kar dûr xist. Biryar e ev hejmar bigihije 14 hezar kesî.

Sendîkaya mamosteyan Egîtîm Sen dibêje ew ê li hemberî vê biryarê çalakiyên radîkal li dar bixin û hikûmetê bidin sekinandin.

Wezareta Perwerdehiyê li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim, biryar girt ku 11 hezar û 500 mamosteyên kurd ji kar dûr bixe. Hinceta dûrxistinê têkiliya wan a bi PKK'ê re.

Li gorî rayedarên hikûmeta AK Partiyê ev hejmar dê bigihije 14 hezar mamosteyan. Sendîkiya mamosteyan Egîtîm Sen, diyar kirin ku ew ê bi çalakiyên radîkal bersiva vê biryarê bidin.

Sekreterê Egîtîm Sen a Amedê Nurî Ozdemîr got, “Li hember vê biryarê em ê hemû endamên Egîtîm Senê ji karên xwe îstifa bikin. Biryarên me yên pir radîkal hene. Dema em van çalakiyên radîkal bi cih bînin dê hikûmet nikaribe ji binê vî barî derkeve.”

EgîtîmBîrSen ku sendîkayeke nêzî hikûmetê ye, heta niha li dijî jikardûrxistina hempîşeyên xwe tu nerazîbûnek nîşan nedaye. Ew ji karavêtina mamosteyan zêdetir, dibêjin rewşa xwendekaran girîng e.

Rêveberê EgîtîmBîrSen a Amedê Kasim Akgonul jî got, “Divê xwendekarên me, zarok neyên mexdûrkirin. Ji bo perwerdehî têk neçe û lawaz nebe pêwîst e demildest mamosteyên nû dest bi kar bikin. Lewre em dizanin ku herî zêde ev yek dê li ser xwendekaran bandoreke xirab bike.”

Li gorî agahiyan piraniya mamosteyên ku ji kar hatine dûrxistin li 23 bajarên Bakur kar dikin. Li ser vê yekê Egîtîm Senê biryar girt ku her roja Înê li pêş Midûriyeta Perwerdehiyê ya 81 bajaran çalakiyan li dar bixe.

Rudaw
Top