Aliza Marcus: Amerîka dest ji YPGê bernade
Aliza Marcus bersiva pirsayarên Bas Haberê da û bi bîr anî ku di şerê Kobaniyê de, Herêma Kurdistanê alîkarî kir lewra ew ê nehêle ku Esad êrîşî Rojavayê bikin.
Amerîka careke din got: YPG ne rêxistineke terorîst e Herwiha analîsta amerîkî teqez kir ku hêza Esadî tine ku niha êrîşî kurdan bike lê eger tiştekî wiha bike,vê xwe têxe xetereke mezin û ew ê nikaribe deverên di destê DIŞIê de jî bistîne. Ji aliyê din ve, nivîskara Amerîkî diyar kir ku rewşa Rojavayê gelekî aloz e û piştî derbasbûna Tirkiyeyê, ev rewş hîn aloztir bû û wiha dewam kir: "Tirkiye ji serxwebûna kurdên Sûriyeyê ditirse lê eger gotûbêjên aştiyê careke din di navbera PKKê û Tirkiyeyê de dest pê bikin, Rojava jî dê ewletir bibe."
Marcusê teqez kir ku Amerîka dê dest ji YPGê bernede û ev têkiliyên w dê berdewam bikin û wiha got: Amerîka dît ku şiyana kurdan heye ku DAIŞê têk bibin û dît ku pêşmerge û YPGê bi wêrekî şer kir lewra ew ê her piştgiriya wan bike".
