• Sunday, 22 February 2026
logo

KURDISTAN - Ji mezinê petrola cîhanê pêngaveke giring

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
KURDISTAN - Ji mezinê petrola cîhanê pêngaveke giring
Serpereştyarê Îdareya Germiyanê ragihand ku şîrketa Gazpromê ya Rûsî plan daniye ku piştî bêhnvedana Cejna Qurbanê dest bi nûjenkirina bîrên petrolê yên li navçeya Germiyanê bike.

Selah Kiwêxa ji tora medyayê ya Rûdawê re ragihand, “Gazprom li navçeya Kifriyê kar dike û daxwaz jî ji wan hatiye kirin ku alîkariya xelkê û birêveberiyên wê navçeyê bikin û bi taybetî jî projeyên xizmetguzariyê li wê navçeyê danin.”

Her wiha serpereştyarê îdareya Germiyanê ragihand ku wê dahata petrola Germiyanê vegerînin Wezareta Çavkaniyên Xwezayî.

Selah Kiwêxa diyar kir ku ku rojane 700 ton petrol ji zeviyên petrolê yên Hezîre tê berhemanîn û dahata wê jî li gorî girêbesta li gel şîrketên petrolê, diçe xizîneya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û ragihand ku ji ber qeyrana darayî, pereyê Petro-Dolar ji bo navçeya Germiyanê nayê xerckirin.

Gazprom: Em bi plana zêdekirina petrola Germiyanê re mijûl in

Ji aliyê din de şîrketa Gazpromê jî ragihand ku ew niha bi amadekirina plana berfirehkirina projeyên petrola Germiyanê ve milûl in, beşek ji karmendên xwe ji kar derxistne û şandne mal.

Rêveberê Giştî yê Gazpromê li Rojhilata Navîn Sergey Petrov ji rêveberiya Germiyanê re gotiye ku ew amadene amadene hejmareke xelkê wê navçeyê hilgirin kar.

Nebona yasaya Petro-Dolarê wisa kiriye ku ji bilî welatiyên ku weke karker di şîrketên petrolê de kar dikin, ti feytdeyekî karên van şîrketan negihe navçeyan.


Germyan xwediyê 15 blokê petrolê ye. Li gorî pişkinînên şîrketa Gazpromê li Germiyan 20 heta 30 milyar bermîl petrola yedek heye.

Rudaw
Top