• Sunday, 22 February 2026
logo

Kantonan bo Minbicê pêngavek nû avêtin

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Kantonan bo Minbicê pêngavek nû avêtin
Di pêngaveke herî nû de, Rêveberiya Polîsê Trafîkê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, li Minbicê dest bi kar kir û ji wî bajarî de polîsên trafîkî danî.

Piştî ku cade û kolanên bajarê navborî ji otomobîlên bombekirî yên çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin, polîsên trafîkê ew cade û kolan li ber hatinûçûnê vekirin û tevgera otomobîlan li nav bajêr bi rêk dixin.

Birêvebirê Polîsê Tirafîkê li Minbicê, Heval Kamîran derbarê destpêkirina kar û xebatên xwe de ragihand: "Me ji deh rojan ve Rêveberiya Tirafîkê damezrandiye, pêwîstiya me bi rêkxistina hin tiştan hebûye, piraniya otomobîlan ne sûrî bûn. Di sedema DAÎŞê de otomobîl tevlîhev bûn, hin bê nemre bûn, hin ên diziyê bûn, destkarî di nemreyan de hebû."

Otomobîlên bê nemre an jî ewên ku destkarî di nemreyên wan de ji aliyê DAÎŞê ve hatibû kirin, ji bo cihekî taybet tên rakirin.

Polîsê Trafîkê, Tewfîq Mihemed jî li ser xebatên xwe li Minbicê dibêje:

"Weke hûn dibînin, em cadeyan ji van otomobîlan pak dikin, wan rê girtibûn, pirsgirêk li ser wan hene, em ditirsiyan ku bombekirî bin, me ew fehs kirin. Hevkarên me rojane wan berhev dikin, em rojne derdora pênc otobîlan tînên vê geracê heya ku em cadeyên bajêr bi tevahî ji wan pak bikin."

Niha li cade û kolanên Minbicê, qerebalixeke trafîkê heye, lewma polîs vê tevgerê bi rêk dixin û hatinûçûnê hêsan dikin.

Polîsê Trafîkê Rûgeş Ebdullah jî dide xuyakirin: "Em hatine vir da ku trafîkê bi rêk bixin, Ji saet 8 heta saet 12 em li ser xalan belav dibin, her du polîs li ser xalekê kar dikin. Li gor pêwîstiyê, em karûbarên trafîkê bi rê ve dibin."

Rudaw
Top