• Sunday, 22 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Fransayê dest bi alîkariyên leşkerî yên zêdetir kir

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Fransayê dest bi alîkariyên leşkerî yên zêdetir kir
Piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Fransayê û hevdîtinên wî yên li gel berpirs û rayedarên Fransa, ji aliyê wezareta Pêşmerge ve jî hat diyar kirin ku Fransayê dest bi alîkariyên leşkerî yên zêdetir kiriye.

Rêveberê peywendî û hemahengîyan di wezareta Pêşmerge de ragehand: Fransayê dest pê kirîye bo şandina alîkariyên leşkerî yên zêdetir bo hêza Pêşmerge birêdike, ew alîkariyane bi taybet bo şerê rizgarkirina Mûsilê û bi dawî anîna DAIŞê ne. Ev jî piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Fransayê û kombûna wî ya duh li gel wezîrê berevaniya Fransayê bo harîkarîkirina hêzên Pêşmerge ew gavene hatin avêtin.
Top