Wezareta Pêşmerge: Fransayê dest bi alîkariyên leşkerî yên zêdetir kir
Rêveberê peywendî û hemahengîyan di wezareta Pêşmerge de ragehand: Fransayê dest pê kirîye bo şandina alîkariyên leşkerî yên zêdetir bo hêza Pêşmerge birêdike, ew alîkariyane bi taybet bo şerê rizgarkirina Mûsilê û bi dawî anîna DAIŞê ne. Ev jî piştî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo Fransayê û kombûna wî ya duh li gel wezîrê berevaniya Fransayê bo harîkarîkirina hêzên Pêşmerge ew gavene hatin avêtin.
