• Sunday, 22 February 2026
logo

Barzanî: Ti welat li dijî serxwebûna Kurdistanê nînin

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Barzanî: Ti welat li dijî serxwebûna Kurdistanê nînin
Li ser helwesta welatan beranberî serxwebûna Kurdistanê Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku heya niha ti welat li dijî serxwebûna Kurdistanê nebûne, dibe ku li ser demê cudahiyek hebe, lê çu welat li dijî serxwebûna Kurdistanê nînin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî îro, piştî hevdîtina xwe bi Serokê Fransayê François Hollande re, di hevpeyvîneke Kurdistan24’ê de, aşkera kir wan bi hemû berpirsên Ewropa re pirsa serxwebûnê gotûbêj kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî da zanîn ku hevdîtinên wan ên bi welatên Ewropayê re yekem mijar serxwebûna Kurdistanê bû.
Herwiha Barzanî li ser helwesta Iraqê jî peyivî û destnîşan kir ku helwesta Iraqê derbarê cîraniyê ji berê baştir e. Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku vê gavê şertên Tirkiyê ji bo proseya aştiyê baş nînin û li Rojhilata Navîn guhertinên mezin rû didin.

Li ser tenduristiya xwe Serokê Herêma Kurdistanê got: Raste min neştergeriya çavên xwe kiriye, lê çavên min niha gelek baş in û min pêdivî bi berçavkan nîne.”

Herweke tê zanîn di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de serxwebûna Kurdistanê tê gotûbêjkirin û çav li rê ye ku di demek nêz de Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê pêk bîne û li gorî zanyariyan di vî warî de helwesta xelkê jî erênî ye.

Basnews
Top