• Sunday, 22 February 2026
logo

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî filmê Pêşmerge li Hewlêrê hat nîşan dan

Gulan Media September 9, 2016 Nûçe
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî filmê Pêşmerge li Hewlêrê hat nîşan dan
Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê digel hijmareke parlamenter û wezîrên Herêma Kurdistanê, konsul, diplomatkar û pisporên leşkerî yên biyanî, fermandarên pêşmergeyê Kurdistanê, malbatên şehîdan û berpirsên leşkerî û hikûmî, roja pêncşemê 08.09.2016ê li bajarê Hewlêrê filmê bi navê Pêşmerge ji derhênana feylesofê fransî Bernard Henrî Levy hat nîşan dan.

Di destpêka merasima nîşandana filêm Pêşmerge de, Bernard behsa mijara film û çewaniya amadekirina film kir û diyar kir ku, filmê Pêşmerge li hijmareke sînemayên welatên Ewropa û cîhanê hatiye nîşan dan û di festîvala Kan ya taybet bi warê sînemayê de jî hatiye nîşan dan, wî di axaftina xwe de serketin û mêrxasiya pêşmerge li bereyên cenga dijî trorîstên DAÎŞê bilind nirxand.

Filmê Pêşmerge ku filmekî dekomentarî ye û li ser şerê hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ e, mêrxasî, zîrekî, qaremanî û serketinên berdewam yên pêşmergeyê Kurdistsnê bi ser terorîstan de nîşan dide.

Weke tê zanîn ji bo amadakirina filmê navborî, Bernard û tîma pê re demeke dirêj û zêdetir ji hezar kîlometran li çeperên hêzên pêşmrge ji başûrê Kerkûkê heta digeke Şingalê xebitîne.

Top