Êrişên Tirkiyê didomin – YPGê û YPJê daxuyanî dan!
Operasyona Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de berdewam e. Îro çarşemî 7ê Îlon a 2016, operasyona Tirkiyê ya bi navê Mertala Firatê derbasî roja 15mîn bû.
Artêşa Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku firokeyên şer ên wî welatî 5 navendên DAIŞê li derdora bajarokê Elraî bombebaran kirine.
Herwiha Artêşa Tirkiyê li ser topbarankirina herêmê û piştevanîkirina çekdarên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê berdewam bû.
Ji aliyekê din ve Artêşa Tirkiyê ji êvariya îro ve bi tank û top û çekên giran êrişî ser sînorê Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir.
Li gorî agahiyan, Artêşa Tirkiyê çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li gundê Sorka yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê bi giranî da ber topan.
Çavkaniyekê ji nav Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku di encama êrişên îşev de 6 şervan şehîd ketin û 15 kes jî birîndar bûne.
YPG: Êrişên Tirkiyê berdewam in
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPGê derbarê êrîşên Artêşa Tirkiyê û herwiha çekdarên DAIŞê bo ser axa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Artêşa Tirkiyê ji duh 6ê Îlonê ve êrişî axa Rojava –Bakurê Sûriyê, dike.
Daxuyanî wiha ye: “
Êrîşên Arteşa Tirk a ku li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyê lidardixin berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirkiyê 6’ê Îlonê di saetên şevê de bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Koran, Kaniya Kurdan û Çariqlî yên dikeve rojhilatê Kobanê û gundê Korelî ya dikeve rojavayê Kobanê.
Heman şevê saet 22.00an jî Arteşa Tirkiyê bi çekên giran êriş bir li ser maşîneke yekîneyên me ya nêzîkî gundê Eyndîwer a giredayî Dêrîkê. Di encama vê êrişê de 2 hevalên me birîndar bûn. Yek ji van hevalên me yê birîndar zêdebarî hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û gihişt şehadetê.
YPGê herwiha aşkera kir, ku çekdarên DAIŞê jî şeva 6ê Îlonê êrîşî gundê Til Osman a dikeve rojhilata-başûrê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê kriin. Li gorî daxuyaniyê, şervanên YPGê bersiva êrişê dan û çekdarên DAIŞê bi neçarî paşve vegeriyan.
Herwiha di daxuyaniya YPGê de tê gotin, ku 2 kesên gumanbar şeva 6ê Îlonê li ser pira Cerablusê hatin girtin, ku hewl dan derbasî nav qada di bin desthilata YPGê de bibin.
YPGê tekez kir, ku lêkolînê bi wan her du kesan re tê kirin.
YPJ: Em bo parastina Şehbayê û şerê dijî terorê amade ne
Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a Kantona Efrînê jî li ser rewşa Herêma Şehbayê (herêma navbera her du kantonên Efrîn û Kobanî) de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:
“Bi zêdebûna êrîşên hovane yên komên terorîst li ser herêma Şehbayê ku di radeya yekê de vîna jinê hedef digre û dixwaze hişmendiya înkarê li ser ferz bike, îsrara jinên herêmên Şehbayê ya têkoşîn û berxwedaniyê zêde dibe. Berxwedaniya lehengî ya jinên Şehbayê îsbat kir ku ew dikare li hemberî hovîtî û reşahiyê bisekine û vê berxwedaniyê veguherîne şoreşeke jinê ku pêşengîtiya gel û pêkhateyên herêmê.
Wekî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) em li hemberî rihê lehengên xwe ku li pêşbirî êrîşên terorîstane di Eniya Parastina Jin a Şehbayê de canê xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin.
Em herwiha soz didin şehîdên vê hêzê Aljîn û Nûjan ku em riya têkoşîna wan hetanî rizgariya ji koledarî û zordariyê dewam bikin.
Em dîsa dibêjin ku em amade ne ku di şerê li dijî terora rêxistina DAIŞê de piştevaniyê bidin. Li hemberî wê sekinîn û li Rojava, me şerekî dijwar li hemberî da meşandin.
Şerê me yê li dijî teror û sitemkariyê yek şer e û hemû yekînyên me ji bo destwerdanê bikin û piştgiriyê bidin Eniya Parastina Jin a Şehbayê amade ne.”
Rudaw
