Ji Fransayê bo Barzanî: Em amade ne!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îşev 7ê Îlonê serdana avahiya Şaredariya Parîsê kir û bi Seroka Şaredariyê Anne Hidalgo re dest hevdîtinê pêk anî.
Piştî bi dawîhatina civînê, Barzanî di daxuyaniyekê bo rojnamevanan de hin zanyarî li ser hevdîtinên xwe yên îro da.
Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo di konfrasa rojnamevaniya hevbeş a ligel Barzanî de ragihand: “Ez gelek gelek kêfxweşim ku îro bo yekemîn car pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê dikim. Şanaziyeke gelek gelek mezin e ku em weke xelkê Fransa rêz li milletê Kurd digirin, bo hemû wan şerên ku li dijî terorîstan encam dane û dergehên xwe ji awareyan re vekirine. Kurd milletekî aştîxwaze, em jî piştevaniya xwe bo gelê Kurd tînin ziman.”
Anne Hidalgo herwiha got: “Şanazî ye ji me re ku îro Serokê Herêma Kurdistanê mêvanê me ye. Em dost û piştevaniyên Kurd in û di her warî de em piştevaniya Kurd dikin. Em hertim amade ne ku piştevaniya Kurd bikin di hemû demekê de. Wir jî mala cenabê serok e, her dema ku were, derî ji wî re vekirî ye û em jî pêşwaziya wî dikin.”
Derbarê wê yekê de ku gelo Fransa çawan dikare hevkariya Kurdistanê bike, Hidalgo got:
“Me pêwendiyek baş bi Hewlêrê re heye. Min serdana parêzgeha Hewlêrê kir, pêwedniyên me di hemû waran de û bi taybetî di warê kulturî û parastina şûnwarên dîrokî yên bajarê Hewlêrê de baş in. Di warên din de jî em dixebitin ku di pêşerojê de derbasî qonaxeke gelek baş bibe, da ku di navbera Hewlêr û Parîsê de di hemû waî de têkilyan çê bikin.”
Barzanî jî da xuyakirin, ku hevdîtina wî bi Anne Hidalgo re dostane bûye û wan di vê hedvîtinê de gotûbêjek dostane derbarê têkiliyên navbera Kurdistan û Frandayê de kiriye.
Barzanî herwiha got:
“Ez dixwazim gelek spasiya xanim Anne Hidalgo bikim, bo wê pêşwaziya germ ku li me kir li Şaredariya Parîsê. Ez hatim jibo ku dubare spasiya wê bikim bo serdana wê ya berê bo Kurdistanê. Me li wir gotûbêjek dostane encam da, ku çawan hevkarî hebe di navbera Hewlêr û Parîsê û milletê Kurd û Fransa de.Me weke milletê Kurd ew xem hebû ku weke Kurd me dayikek dilovan wele Daniell Mitterande ji dest da, lê belê Anne Hidalgo cihê wê bo Kurdan girtiye.”
Rudaw
