Berpirsekî KCKê: Rawestandina şer ne di rojeva me de ye
Berdevkê Komîta Dîplomasî ya KCKê Serhed Varto ji “Dengê Amerîka” re axivî û got: “Nêzîkî salekê ye şerekî dijwar û berferh li piraniya navçeyên Bakurê Kurdistanê di navbera gerîla û artêş û polîsa Tirkiyê de berdewam e. Şer gihêştiye sînorên Tirkiyê li derya Reş û Spî û şerê gerîla her berdewam e.”
Varto got: “Di encama şer û pevçûnên 10 mehên borî de nêzîkî 750 gerîla û Yekîneyên Parastina Gel (YPS) canê xwe ji dest dane, li hember vê jî zêdetirî 4 hezar leşker û polîsên Tirkiyê hatine kuştin.”
Herwiha Varto got: “Rawestandina şer di rojeva me de tune ye, lê belê ferehkirina şer di rojeva me de ye û çalakiyên me yên zêde ji ber wê ye, ku metirsiyeke mezin li ser rewşa Abdulah Ocalan heye.”
K24
