• Sunday, 22 February 2026
logo

Rêyên serekî yên Mûsilê hatin daxistin

Gulan Media September 8, 2016 Nûçe
Rêyên serekî yên Mûsilê hatin daxistin
Fermandarekî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, amaje bi vê yekê kir ku, DAIŞê li sînorê nav bajarê Mûsilê bi duwarên konkrêt ango çîmentoyê ve dora bajêr girtiye û armanc rê nedana hatina nav bajêr û derketine.

Li gor çavkaniyên Iraqê, DAIŞê li sînorê nav bajarê Mûsilê û rêyên ketina nav bajêr, bi duwarên konkrêt ve girtiye û wê derbarê de fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Başîkê Serbest Tirwanişî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gel DAIŞ têkçûnekî mezin jiyan dikin, em agahdarin ku li gelek cîhan de destpê kirine vergirtina tevdîrên tund û kuştina rêveberên xwe.’’

Ew fermandarê hêzên Pêşmerge yê eniya Başîkê diyar kir: ‘’Li gelek eniyan DAIŞê li hember Pêşmerge têkçûn û hêza wan nemaye û ji taqet ketine.’’

Basnews
Top