RAPOR - Bexdadî çawa DAIŞ dirust kir?
Di bihara 2013an de, grûpa Ebû Ehmed tevlî grûpa çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ)ê bû. Her di vê demê de jî pevçûnan di navbera DAIŞ û Bereya Nusreyê (niha Feth el Şam) de dest pê kirin.
Tîmeke Kovara Foreign Policy 15 hevdîtin bi Ebû Ehmed re kirin. Hevdîtinan 10 mehan domand û dema tomarên deng jî nêzîka 100 demjimêrî ye. Piraniya hevdîtinan jî bêhtirî şeş demjimêran didomin.
Hevpeyvîn bi kovareke rojavayî re rîskeke mezin e, lê gelek sedem hebûn ku Ebû Ehmed hevpeyvînên bi vî rengî bike. Di demekê de wek ew bi xwe dibêje “DAIŞ bêhtirî pêwist radîkal bû” û vê yekê jî ew tûşî bêhêvîtiyê kir. Mînaka vê jî ew îşkence ye ku DAIŞê li Meydana Tehrîrê ya bajarê el Babê nîşan dida û tê de şêniyên bajêr bi hêncetên pir biçûk wek firotina cigareyan dixistin hundirê rekehên hesinî de û heta sê rojan ew li wir girtî dihiştin.
“Kawikên” DAIŞê
Navê meydanê ji Tehrîrê guhert û bû “Meydana Sizakirinê.” Ebû Ehmed bi rastbînî li pirsgirêkê diponije û bi baweriya wî “Ev cureyên sizayê ji bo me xirab e. Çimkî wiha dike sunî ji me bitirsin.” Pêşî wî bawer dikir DAIŞ hêzeke “yekkera cîhadîstan”e, di demekê de ku bi hezaran çekdarên biyanî yên ciwan ji welatên dewlemend ên Ewropayê dikşandin nav rêzên xwe.
Lê hîn zû jê re derket ku tu xewnek ji xewnên wî wek xwe derneketin: Çimkî DAIŞê nikarîbû hemû cîhadîstên cîhanê li dora xwe kom bike, û niha ji her demê zêdetir egera derketina şer û pevçûnan di navbera grûpên radîkal ên îsalmî de li Sûriyê heye. Ji aliyekî din ve hemû kesên ku ji Ewropayê dihatin Sûriyê ne ew kes bûn ku jiyaneke olî jiyabin, lê çend ciwanên tawanbar ên beljîkî û holendî yên bi esl mexrîbî bûn ku tiştek li ser ola Îslamê nizanîbûn û di jiyana xwe de Quran nexwendibûn. Ebû Ehmed kesên wiha wek “kawik” binav dikir û digot “Ew yan ji bo xweşiyê yan ji bo şûştina jiyana xwe ya mişt gunehkarî dihatin Sûriyê.”
Di nav biyaniyan de kesek bi navê Ebû Seyaf hebû ku piraniya caran behsa serjêkirinê dikir. Wek Ebû Ehmed dibêje, wî çekdarê DAIŞê carekê daxwaz ji emîrê xwe kiribû rê bidiyê serê jêkirî yê kesekî bi destê xwe bigre û gotibû “Ez tenê dixwazim seriyekî bi destê xwe bigrim.” Nişteciyên navçeyê navê Ebû Seyaf kiribûn “serjêker.”
Ji bo testkirina rastî û dirustiya gotinên Ebû Ehmed, tîma amadekar a raportê, wêneya 50 çekdarên biyanî nîşanî Ebû Ehmed da û doza zanyariyan derbarê wan 50 kesan jê kir. Bersivên Ebû Ehmed derxistin ku zanyariyeke wî ya bêkêmasî derbarê çekdarên biyanî yên DAIŞê heye.
Karavana Bexdadî
Di Nîsana 2013an de, li bajarê Kefr Hemra li bakurê Sûriyê, Ebû Ehmed dît otomobîleke qehwerengî li dehma baregeha Encûmena Şûraya Mûcahidînan ragirt ku otomobîla yek ji grûpên selefî yên cîhadîst ên Sûriyê bû. Yek ji hevrêyên Ebû Ehmed bi hêdî pistande guhê wî û doz lê kir bi hûrbînî li hundirê wê otomobîlê binere.
Otomobîla bê hejmar ne tiştekî taybet bû, ne zêde nû bû ku balê bikşîne û ne jî kevin û xirabe bû. Tew çek jî li ser nehatibûn danîn. Ji bilî şofêr, hemû siwar çekên sivik bi wan re bûn, lê Ebû Ehmed nizanîbû ew kî ne.
Li gor gotina Ebû Ehmed, ew roj dişibiya rojeke normal. Tu tedbîreke ewlekarî ya taybet li nêzîkî baregehê nehatibû standin. Tew internet jî wek rojên normal hebû, lê piştî derketina wan ji otomobîlê û çûna wan ji bo baregeha Encûmena Şûraya Mûcahidînan, Ebû Ehmed têgihîşt ku ew roj dê çarenûsa şerê navxweyî yê Sûriyê û dahatûya grûpên cîhadîst ên selefî diyar bike. Dema her çar kes çûn hundirê baregehê, yekî ji fermandaran pistande guhê Ebû Ehmed “Yê ku te niha ew dît Ebûbekir Bexdadî bû!”
Bexdadî ji sala 2010an ve serokê Dewleta Îslamî li Iraqê bû. Wî di 2011an de Ebû Mihemed el Colanî şandibû Sûriyê da Bereya Nusreyê li wir damezrîne. Heta destpêka 2013an jî Nusre û Dewleta Îslamî li Iraqê bi hev re kar dikirin, lê Bexdadî bi vê yekê razî nebû û dixwest Qaîdeya Iraq û Sûriyê bike yek û ew bi xwe serkirdatiya herduyan bike.
Pênc rojan li pey hev otomobîla qehwerengî dihat heman cihî û Bexdadî û cîgirê wî Hacî Bekir li nêzîkî baregehê peya dikir. Berî roj here ava jî, heman otomobîl û heman şofêr dihat û Bexdadî dibir cihekî nediyar. Ebû Ehmed hîn zû têgihîşt ku baregeha wan bûye cihê civîna serkirdên radîkal ên herî navdar li cîhanê, ku hemûyan di heman odeyê de bi xwarina taştê û firavînê re behsa dahatûya rêxistinên radîkal ên Sûriyê dikirin. Bexdadî bi xwarinê re Pepsi, Miranda û sodaya bi tama pirteqalê firr dikir.
Ji xeynî Bexdadî û Hacî Bekir, Emîrê Meclîsa Şûrayê Ebû Esîr, Ebû Museib el Misrî, Omer Çeçanî, Ebû el Welîd el Lîbî, Emîrê Ketîbeya el Bettar li Lîbyayê Abid el Lîbî û du berpirsên sîxuriyê yên Nusreyê di civînê de beşdar bûn.
Derewa Bexdadî û bîrokeya “Dewletê”
Lê razîkirina beşdarên civînê ne karekî ewqasî hêsan jî bû. Mezintirîn pirsgirêk jî girêdayî beyeta (beyet têgeheke îslamî ye, tê wateya dayîna sozê bi qebûlkirina xîlafet an serokatiya kesekî) wan a kevin bû ku dabûn serkirdê Rêxistina Qaîdeyê Eymen Zewahirî. Pirs ev bû ka gelo ew çawa dikarin ji nişkê ve beyeta xwe ji bo Zewahirî betal bikin û herin cem Bexdadî? Bi gotina Ebû Ehmed wan di dema civînê de pirsyar ji Bexdadî jî kirin ka gelo wî beyet daye Zewahirî yan na?
Bexdadî di bersivê de gotibû wî beyet daye serkirdê Qaîdeyê, lê li ser daxwaza Zewahirî beyeta xwe eşkere nekiriye, herwiha soz jî dabû beşdarên civînê ku ew li jêr fermana Zewahirî kar dike. Tu rê li ber destê beşdarên civînê nebû da rastî û dirustiya gotina Bexdadî lêkolîn bikin. Çimkî Zewahirî yek ji serkirdên cîhadîst ên herî veşartî ye li cîhanê û dîtin û wergirtina şahidiya wî hema bêje ne ya kirinê ye.
Nebûna Zewahirî wiha kir beşdarên civînê neçar bin ew bi xwe meselê rave bikin. Yanî eger Bexdadî bi rastî nûnerê Zewahirî be û ji bo wî kar bike, êdî guman tê de nebû ku diviyabû ew jî pê re bin. Lê eger Bexdadî serbixwe ev kar kiribe û plana wî ya desteserkirin Bereya Nusreyê hebe, êdî ew ji rê derketiye û tew “fitne” jî xistiye nav cîhadîstan de.
Ebû Ehmed derbarê biryara dawî ya beşdarên civînê got “Wan ji Bexdadî re got eger tiştê ew dibêje rast be, êdî ewê jî piştevaniya wî bikin.” Bexdadî beyeteke mercdar ji wan serkirdan wergirtibû. Lê Bexdadî ne tenê ji bo hilweşandina Nusreyê çûbû Sûriyê, lê ev plana wî di çarçoveya armanceke demdirêjtir de bû, ango dirustkirina “Dewleta Îslamî” li Sûriyê.
Beşdarên civînê li ser vê jî nakok bûn. Ji ber ku Qaîde bi dirêjiya dîroka xwe wek rêxistineke “nedewletî” kar kiribû, bi berdewamî jî li ser wê yekê teqezî kiribû ku mabûna wan wek rêxistineke nihênî bêhtir qezencê dide wan. Fermandarên di civîna pênc rojî de bi îsrar bûn li ser wê yekê ku dirustkirina dewletê rêxistina wan dike armanceke diyar û hêsan ji “dijmin” re.
Demekê beriya hatina Bexdadî bo wî cihî, Ebû Esîr ji Ebû Ehmed û çekdarên din ên grûpa xwe re gotibû “Hinek kes behsa wê ramana nelojîkî dikin. Meger dîn be, heke na kê di vê dema cengê de behsa ragihandina dewletê dike!”
Bi gotina Ebû Ehmed, Omer Çeçenî jî li dijî wê ramanê bû, lê Bexdadî biryara xwe dabû, tew behsa sînoran, mafê hevwelatîbûnê, sazî û karên îdarî yên wê dewletê jî kiribû. Bi gotina Ebû Ehmed, Bexdadî tekezî li ser wê yekê kiribû ku “eger Dewleta Îslamî bikare di qonaxa destpêkê de li ber xwe bide, dê ji bo hetahetayê bimîne.” Ji bo bergiriya ramana xwe, Bexdadî ragihandibû ku dirustkirina Dewleta Îslamî dikare bi dehan hezar cîhadîstan bikşîne navçeyên li jêr desthilata Dewleta Îslamî. Li gor Ebû Ehmed “Bexdadî hatina çekdarên biyanî dişiband (hîcreya) pêxemberê îslamê û hevrêyên wî ji Mekkê bo Medîneyê.” Ev şibandin tenê bes bû da di hundirê çend salên borî de bi hezaran çekdarên biyanî berê xwe bidin Iraq û Sûriyê.
Piştî çend rojan ji civînên dûr û dirêj, hemû serkird, tevî nerazîbûnên xwe jî, bi plana Bexdadî razî bûn. Tekane şertê ku danîn ew bû ku divê Dewleta Îslamî bi hevkariya Bereya Nusre û Ehrar el Şam bê damezrandin û Bexdadî jî li dijî vî şertî derneket.
Dayîna beyetê ji bo Bexdadî
Pêngava dahatû ya civînan dana peymanê ji bo Bexdadî bû. Li gor gotina Ebû Ehmed, beşdarên civînê yeko yeko rabûbûn û li hember Bexdadî rawestiyabûn, dûre destê xwe xistibûn nav destê Bexdadî de û ev hevokên li jêr wek beyetê gotibûn: “Ez beyetê didim Emîrûlmûminîn Ebûbekir Bexdadî yê Qureyşî, peymana teslîmbûn û îtaetê, di giranî û nexweşiyê de, di hebûn û nebûniyê de, biryarên wî bi pêş biryara xwe bixim û li dijî fermanên wî yên bawerpêkirî dernekevim.”
Dûre Bexdadî daxwaz kiriye her yek ji beşdaran hinek çekdarên xwe bîne. Ebû Esîr çend çekdarên beljîkî, holendî û fransî yên li jêr desthilata xwe biribûn civînê. Yek ji wan kesan jî ku Bexdadî şexsî dîtibû, Ebû Seyafê “serjêker” bû. Dûre heman rojê çekdarên rojavayî bi dilxweşî ji baregehê derketin û digotin wan beyeta xwe dane Bexdadî. Ev heman ew kes bûn ku beriya çend mehan li Amsterdam, Bruksel û Parîsê destê wan di tawanên wek dizî û revandinê de hebû.
Piştî wê rojê, hin kesên zêdetir tevlî rêza beyetdarên Bexdadî bûn. Ebû Ehmed du rojan piştî xilasbûna civînan beyet dabû Bexdadî.
Li gor rêkeftinê, piştî guherandina Dewleta Îslamî li Iraqê ji bo Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ), hemû grûpên tevlî DAIŞê bûne diviyabû dev ji navên xwe yên berê berdin. Ev guherandin ji Nusre û Colanî re metirsîdar bû. Çimkî mumkin bû bihata wateya vemirîna dayîmî ya stêrka Qaîde di esmanê grûpên radîkal û selefî de. Colanî ferman da çekdarên Nusre tevlî DAIŞê nebin û li benda fetwaya Zewahirî bimînin, da bizanin divê kê serkirdatiya “cîhadê” li Sûriyê bike, lê ragihandina Colanî pir dereng ketibû.
Piraniya fermandar û çekdarên Nusre li Sûriyê guh nedan fermanên Colanî. Piştî çend hefteyan Ebû Ehmed serdana Helebê kir û dîtibû ji sedî 90 ji çekdarên Nusre tevlî DAIŞê bûne. Baş li bîra Ebû Ehmed maye dema çekdarên DAIŞê ji çekdarên Nusre re digotin divê cih û baregehên xwe biterkînin, çimkî ew ser bi “Dewletê” ne û piraniyê pêk tînin.
Bi derbasbûna demê re, DAIŞê dest danî ser hemû baregeh û depoyên Nusre li bakurê Sûriyê. Sosret e ku di wê qonaxê de diviyabû el Qaîde şerê man û nemana xwe bike. Ji wê salê ve qonaxeke nû dest pê kir, ku qonaxa DAIŞ û parçebûna grûpên cîhadîst li ser du bereyên nakok bû.
Eşkerebûna derewa Bexdadî
Mehekê piştî civîna pênc rojî ya Kefr Hemrayê, komek bi navê “Komîteya Xorasan” bi nûnertiya Zewahirî hatibûn Sûriyê. Di nav wan de kesên wek Muhsin el Fezl jî hebûn ku par di êrişeke hewayî ya Amerîkayê de hat kuştin. El Fezl bi esl kuwêtî bû, yek bû ji kesên ku pêwendiyeke wî ya bihêz bi êrişên 11ê Îlonê re hebû. Beriya kuştina wî jî, hikûmeta Amerîkayê 7 milyon dolar wek xelat danîbûn ji bo her zanyariyeke ku bibe sedema dîtina el Fezl.
Du erkên komîteyê yên sereke hebûn ku herdu jî siyasî bûn. Ji aliyekî ve diviyabû rewşê binirxîne û bizane desthilata Bexdadî li Sûriyê çiqasî berfireh bûye û encamê wek raport ji Zewahirî re bişîne. Erkê wan ê duyem jî ew bû ku bi serkirdên berê yên Nusreyê re biaxivin û ji wan re ragihînin ku Zewahirî qet Bexdadî erkdar nekiriye ku ji Iraqê here Sûriyê yan fermandarên Nusreyê beyetê bidin Bexdadî û DAIŞê!
Bi gotina Ebû Ehmed, şeş kesan ji komîteyê serdana Kefr Hemrayê kiribûn, her şeş kes jî salên dirêj pêwendiya wan a nêzîk bi serkirdê berê yê Qaîdeyê Usame Bin Laden û Zewahirî re re hebû. Ebû Ehmed bi çar kesan ji wan re rûniştiye. Lê ji hemûyan bêhtir ji Ebû Usame el Şehabî yê bi esl sûrî nêzîk bû.
Li gor gotina Ebû Ehmed, qanihkirina serkirdên berê yên Nusreyê karekî dijwar bû. Di civînekê ji civînên navbera Şehabî û fermandarekî berê yê Nusreyê de, Şehabî ji wî fermandarî re gotiye: “Pir zelal e ku Bexdadî tenê ji ber wê yekê DAIŞ dirust kiriye, çimkî hest kiriye Nusre pir bihêz bûye, wî zanîbû Colanî dibe serkirdekî pir mezin.” Fermandarê berê yê Nusreyê ne amade bû demildest dev ji DAIŞê berde û daxwaza demeke zêdetir kiriye.
Heta Gulana 2013an jî pêwendiya Nusre û DAIŞê aştiyane bû. Lê bi şikestina balansa desthilatê bi aliyê DAIŞê de, pêwendî guherîn û bûne şer û pevçûn. Alîgirên Nusreyê DAIŞê bi wê yekê tohmetbar dikirin ku dubendî xistiye nava cîhadîstan de. Alîgirên DAIŞê jî Nusre bi wê yekê tohmetbar dikirin ku nerm e. Hejmareke zêde ji çekdarên herdu aliyan çekdarên aliyê din wek misilman jî nedidîtin.
Di wê çaxê de “Komîteya Xorasanê” raporta xwe ji Zewahirî re şandibû. Bi wergirtina raportê re jî Zewahirî di 23yê Gulana 2013an de peyameke nivîskî belav kir ku tê de alîgiriya çekdarên Nusreyê kiribû, herwiha daxwaz ji çekdarên DAIŞê jî kiribû ku vegerin Iraqê. Di beşekî peyama Zewahirî de hatibû ku “Bexdadî çewt bû dema bêyî wergirtina destûrê yan şêwirê û tew bê agehdarkirina me Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ragihand.”
Peyama Zewahirî nîşan da ku Bexdadî bi navê Zewahirî gotinên nerast gotine û plana berfirehkirina çalakiyên xwe ji bo Sûriyê û hilweşandina Nusreyê û ragihandina Dewleta Îslamî bernameya wî bû. Ev destpêka dabeşbûna çekdarên grûpên cîhadîst ên cîhanê bû. Piştî peyama Zewahirî, ji sedî 30 ji çekdarên ku ji Nusreyê veqetiyabûn û tevlî DAIŞê bûbûn, careke din vegeriyane nav rêzên Bereya Nusreyê.
Rudaw
