• Sunday, 22 February 2026
logo

Ukrayna dê konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke

Gulan Media September 8, 2016 Nûçe
Ukrayna dê konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke
Welatê Ukrayna biryar da, konsolxaneya xwe ya fexrî li herêma Kurdistanê veke û di hemû waran da, peywendîyên xwe digel herêmê pêşve bibe.

Li gorî ragîhandineka fermangeha peywendîyên derve ya hikûmeta herêma Kurdistanê, Enatolî Marîntis balyozê Ukrayna li Îraqê, di serdana xwe ya herêmê da, digel Felah Mustefa, berpirsê fermangeha peywendîyên derve kombûye û têda, ragîhandîye ku Ukrayna dixwaze di hemû waran da, peywendîyên xwe digel herêma Kurdistanê xurt bike û pêşve bibe, lewra biryardaye, di demekê nêzîk da, konsolxaneya xwe ya fexrî li herêmê veke.

Balyozê Ukrayna, pesna rolê hêzên pêşmerge û serkirdayetîya sîyasî û leşkerî ya Kurdî, di şerê dijî Daişê da kir û amaje kir, Kurdan pêşveçûnên Daişê ragirtin.

War.tv
Top