Fuad Hisên: Me li Bexdayê bi eşkere behsa serxwebûna Kurdistanê kir
Her wiha got pirsa serbixweyê bi awayekê zelal û eşkere tevî hêzên syasiyên Bexdayê hate behskirin û amaje bi vê yekê da ji bo diyar kirina dîtingeha Herêma Kurdistanê gelek civîn digel Bexdayê hatine kirin. Her aliyeka Bexdayê hizra taybet bi xwe derbarê serbiweyî ya Kurdistanê hebû. Bi pêwîst zanî çi qas zû şandeya Herêma Kurdistanê careka din serdana Bexdayê bike û vê pirsê bi awayekê zelaltir tevî Bexdayê behs bike.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ev yeke ret kir çi givaşeka Amerîka ji bo ji hev nêzîk kirina Hewlêr û Bexdayê hebe. Herêma Kurdistanê pêşdestî kiriye, lê Balyozê Amerîkayê li Îraqê Stuart johns rol hebûye ji bo sazkirina civîn û ji hev nêzîk kirina her du aliyan.
Derbarê petrola Herêma Kurdistanê û rêve birina wê, Fuad Hisên xuya kir pêwîst e her du alî di demeka nêz de rê bikevin û divê Bexda ji siyaseta petrola Herêma Kurdistanê tê bigehe û her têdîtinek hebe bihê çareser kirin û her du alî li ser vî pirsê rê bikevin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê da ku çavrê dihê kirin Wezîrê Petrola Îraqê û Wezîrê Samanên Xwezayî yên Herêma Kurdistamş ji bo pirsa petrolê navbera Hewlêr û Bexdayê bicivin û paşan komîteyeka teknîkî pêk bihê.
Derbarê hemahengiya serbazî, Fuad Hisên xuya şandeka Bexdayê hate Herêma Kurdistanê û digel berpirsên Pêşmerge û hevpeymanan civiyan û pêşnivîsa pilana xwe ji bo operasiyaona rizgar kirina Musilî pêşkêş kirin ku niha gotubêj li ser dihê kirin.
Serokê Dîwana Srokatiya Herêma Kurdistanê her wiha got digel Hikûmeta Îraqê li warê leşkerî rêketin hatiye kirin û hemû aliyek jî dizane ku Pêşmerge ji kêve fermnan werdigire û Arteşa Îraqê jî diyar e ji kê fermanan werdigire.
Ev yeke jî got daxuyaniyên Bexdayê derbarê sentera bajarê Musilê bûn, ne Parêzgeha Neynewa, Pêşmerge jî pilana vê yek nine biçe nava sentera bajarê Musilê.
