• Sunday, 22 February 2026
logo

Silêmanî – Polîsên tirafîkê neçûn ser kar

Gulan Media September 7, 2016 Nûçe
Silêmanî – Polîsên tirafîkê neçûn ser kar
Polîs û karmendên tirafîka bajarê Silêmaniyê, ji ber gîrobûna mûçeyê xwe, dest bi girevê kirin û neçûn ser kar.

Peyamnêrê BasNewsê li Silêmaniyê ragihand, îro polîs û karmendên tirafîkê yên bajarê Silêmaniyê îro neçûn ser kar.

Li gorî agahiyên peyamnêrê BasNewsê, polîsên tirafîka Silêmaniyê ji ber gîrobûna mûçeyê xwe dest bi girevê kirine û dibêjin, heta mûçeyê me neyê dayîn em naçin ser kar.

Rêveberê tirafîka Silêmaniyê Nerîman Ezîz derheqê wê çalakiyê de ji BasNewsê re got, em rica ji rayedarên hikûmeta Kurdistanê dikin mûçeyê karmend û polîsên tirafîka Silêmaniyê bidin da ku dîsa vegerin ser karên xwe.

Nerîman Ezîz her wiha got, ma em jî ne girêdayî hêzên asayişa navxwe ne. Em razî bûne mûçeyê me were kêmkirin lê divê ew pişka ku didin jî gîro nebe. Cejna Qurbanê nêzîk bûye, di berîka hinek karmendan de hezar dînar jî nîne!

Basnews
Top